Pasdaran, diyar kir ku ew nuqteyên sîyonîstan ên axên îşxalkirî hedef girtine; vê operasyonê jî ji ber şehadeta Henîyye û Nesrullah pêk anîtine.
Di daxuyanîya ku ji teref Pasdaran ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Ji ber şehadeta Şehîd Îsmaîl Henîyye, Şehîd Hesen Nesrullah û Şehîd Nîlfuraşan me dilê axên îşxalkirî hedef girt. Ger ku rejîma sîyonîst ji Îranê re bersivê bide ew ê bi qeweteke ku wan bipelixîne re rûbirû bimîne.”
Îranê doh êvarê ji axên îşxalkirî re bi sedan fuzeyan avêtin, ji wan fuzeyan piranîya wan li ser Tel Avîvê de ketin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Endamên Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî, ji bona ku êrîşên rejîma îşxalker ên li dijî Libnan û heyfstandina Îranê ya ji rejîma sîyonîst hevdîtinê bikin têne cem hev.
Rejîma îşxalker a qirker, li Xezzeyê dibistan û êtîmxaneyekî ku Filistînî xwe sipartibûn hedef girt û êrîş kir, di encamê de 10 Filistînî şehîd bûn, gelek Filistînî jî birîndar bûn.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan, piştî lêxistina Pasdaranan a ji rejîma îşxalker re weha got, “Bila Netenyahu zanibe ku, Îran ne alîgirê herbê ye lê ew ê li hember hemû tehdîdan bi qerarî bisekine.”
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, peyameke bi niviskî belav kir û operasyona fuzeyên ji rejîma îşxalker re ya Îranê pîroz kir.