Serokê Dewleta Rûsyayaê Vladîmîr Putîn, got ku balafirên herbê F-16 yên ku ji Ukraynayê re bêne dayîn, li balafirgehên welatên sêyemîn ên ku li hemberê Rûsyayê ne be jî ew ê ji wan re bibe hedefên meşrû.
Putîn, navenda perwerdehîya hewayî ya artêşa Rûsyayê zîyaret kir û li vê derê ji balafirvanan re xîtab kir, got ku balafirên herbê F-16 yên ku welatên rojavayê ew ê ji Ukraynayê re bidin wê bibin hedefên wan ên meşrû.
Putîn weha got, “Ev wê di sehaya pevçûnê de tiştekî neguherîne. Îro wek ku me sîstemên wan yên piranî, tankên wan, wesayîtên wan ên zirxî û amûrên leşkerî yên dinê tune kirîye ew ê F-16yên wan jî tune bikin.”
Putîn bal kişand ku balafirên F-16 qabilîyeta barkirina çekên nuklerî di wan de heye, dema ku bi wan re micadeleyê bikin ew ê ev tiştê jî bidin ber çavên xwe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Hat ragihandin li Brezîlyayê di oteleke ku lê kesên bê kês diman de şewar derket.
Li bajara Hualîena Tayvanê di mezinahîya 6.1ê de erdhejek pêk hat.
Rejîma îşxalker a sîyonîst, êrîşî Qampa Miltecîyan a Balatayê ya ku li bajarê Nablûsa Rojavaya Şerîayê ye kir.