Rûsyayê bi mûşekên balîstîk êrîşî Kîevê kir
Rûsyayê bi mûşekên balîstîk û dronan şevekê êrîşî Kîevê paytexta Ukraynayê kir. Di êrîşê de du kes hatin kuştin, herî kêm 12 kes birîndar bûn û gelek xanî û depo jî zirarê dîtin.
Rûsyayê roja Çarşemê di saetên serê sibehê de bi mûşekên balîstîk êrîşî paytexta Ukraynayê Kîev kir.
Li gorî daxuyaniyek ji Rêveberiya Leşkerî ya Kîevê, êrîşên ku bi mûşekên balîstîk û dronan hatine kirin, zirarê dane avahiyên niştecihbûnê û gelek depoyan. Di êrîşê de du kes hatin kuştin û herî kêm 12 kes birîndar bûn.
Hêza Hewayî ya Ukraynayê ragihand ku mûşekên balîstîk herî kêm du aliyên cuda ber bi paytextê ku nifûsa wê nêzîkî 3 milyon e, hatine avêtin.
Şaredarê Kyivê Vitaliy Klitschko diyar kir ku piştî êrîşê di avahiyek apartmanan a 20 qatî de agir derketiye, ku bi îhtîmaleke mezin ji ber êrîşa mûşekî çêbûye. Klitschko her wiha got ku hin depoyên li bajêr bûne hedef. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Mecîd el-Ensarî got ku Hamasê hemû wezîfeyên xwe yên di çarçoveya nexşerêya agirbestê de bi cih aniye, lê rejîma sîyonîst êrîşên xwe didomîne û nahêle ku alîkariyên mirovî bikevin Xezzeyê.
Li gorî agahiyan, artêşa îşxalker bi avakirina baregehên nû, vekirina rêyên lojîstîkî û wêrankirina gundan, îşxalkirina xwe ya daîmî ya li herêma 602 kîlometreçargoşeyî ya başûrê Lubnanê ku îşxal kiriye kûrtir dike.
Li gorî agahiyan, teqînek li kargeheke alumînyûmê li Tehrana paytexta Îranê çêbûye û di encamê de 18 kes birîndar bûne.