Rejîma sîyonîst avahiya ku sivîl têde bûn xist: 11 şehîd
![Rejîma sîyonîst avahiya ku sivîl têde bûn xist: 11 şehîd Rejîma sîyonîst avahiya ku sivîl têde bûn xist: 11 şehîd](/img/NewsGallery/2024/7/16/405037/FeaturedImage/ab384c14-a977-4e6c-9696-dfd406d4da97.webp)
Ji heman malbatê 11 Filistîniyên ku rejîma îşxalker a sîyonîst ku qetlîam û jenosîda xwe ya li ser Xezzeyê didomîne, li maleke ku sivîlên li Nuseyratê lê dijiyan xist, şehîd bûn.
Êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst dijî sivîlên li Xezzeyê dewam dikin.
Îşxalkeran li Nuseyrat a li navenda Xezzeyê maleke ku sivîl lê dijiyan kirin hedef.
Di êrîşê de herî kêm 11 kes şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Hate hînbûn ku di nava şehîdan de jin û zarok jî hene.
Di êrişên rejîma sîyonîst ser Xezzeyê ji 7ê Cotmehê vir ve 38 hezar û 664 kes ji wan 15 hezar û 694 zarok û 10 hezar û 279 jin şehîd bûne.
Hat diyarkirin ku hejmara birîndaran derket 89 hezar û 97an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Mesqeta paytexta Ommanê di êrîşa çekdarî ya li ber mizgeftekê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.
Li gor tesbîtên ewil di êrîşa rejîma îşxalker a sîyonîst de li herêma El-Mewasî ya bajarê Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê 17 kes şehîd bûn û 26 kes jî birîndar bûn.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Siyonîstên îşxalker herêma ku sivîlên Filistînî yên derbider tê de bûn bombebaran kirin. Hat ragihandin ku gelek şehîd û birîndar hene.