Rejîma sîyonîst dîsa li Başûr Libnanê hedef girt
Balafirên rejima sîyonîst li dijî Îklîmû’t-Tuffah, Nebatîye û derdorê wê êrîşên asîmanî li dar xist. Çavkanîyên Libnanê diyar kirin ku gelek herêm hatin hedefgirtin.
Başûrê Libnanê, dîsa bû hedefê balafirên rejima îşxalker. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin hêzên hewa yên artêşa îşxalê, derdorê Gelîyê Rumeyn û Cebel Safîya li herêma Îklîmû’t-Tuffahê hedef girt. Di heman saetê de derdorê Çemê Zefta ya Nebatîyeyê jî hat bomberdmankirin.
Ajansa nûçe ya fermî ya Libnanê êrîşê rast kir û îfade kir ku li herêmê ji ber êrîşê gengeşîyek çêbû.
Artêşa rejima îşxalker a sîyonîst, daxuyanîyek parve kir û îfade kir ku ew li herêmê “binesazîya” aîdê Hîzbullahê, noqteyên leşkerî û kompleksekî perwerdehîyê ya aîdê hêzên Ridwanê hedef girtine.
Rejima îşxalker digel agirbesta ku di 2024an de bi navbeynkarîya Washîngtonê hatibû îlankirin tim û tim êrîşê Libnanê dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Êrîşên dronan ên li ser Moskowê bûn sedema rawestandina seferên asmanî.
Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (SUPA) ragihand ku hejmara kesên ku di êrîşa li ser Meydana Tehranê de canê xwe ji dest dane gihîştiye 4 kesan.
Greva giştî ya li Portekîzê li dijî reformên kedê yên hikûmetê, bi taybetî di sektora veguhastinê de bûye sedema astengiyên cîddî.
Malbatên koçber li Xezzeyê ji ber ku barana zêde konên wan di bin avê de hiştin bi felaketeke nû re rû bi rû ne. Sîvîlên bêparastin di nav serma û lehiyê de ji bo jiyanê têdikoşin.