Rejîma sîyonîst agirbestê îxlal dike: 6 Filistînî li Xezzeyê şehîd bûn
Di êrîşên rejîma sîyonîst li deverên cuda yên Xezzeyê de şeş Filistînî şehîd bûn û gelekên din jî birîndar bûn. Ji 10ê Cotmeha 2025an vir ve ku agirbest ket meriyetê, hejmara şehîdan gihîştiye 1094an.
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê îxlalkirina peymana agirbestê berdewam kir. Di encama êrîşên hewayî, topxane û gulebaranê yên li deverên cuda yên Xezzeyê de şeş Filistînî şehîd bûn û gelekên din jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî, di êrîşa bêmirov a ku wesayîtek li nêzî çarêrêya Abbas li rojavayê bajarê Xezzeyê hedef girt de, Muhammed el-Feyyûmî hat kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.
Di êrîşa bêmirov a li ser xaleke ku sivîl lê bûn a nêzîkî Kampa Penaberan a Nuseyratê de, Usame Welîd Dîb Muharib (36) û Sundus Farah Muhammed Muharib (24) şehîd bûn û gelek kes birîndar bûn.
Muhemmed Ebû Hemaş di encama gulebarana leşkerên rejîma sîyonîst de li rojhilatê Dêr Belehê şehîd bû.
Di êrîşa li ser qada hewzê ya li Kampa Penaberan a Xan Yûnisê de, Yahya Seîd Hemdan (26) û Abdullah Silêman Ebû Yûsif (23) şehîd bûn, û gelek kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di demekê de ku hejmara mirinên ji ber Ebolayê li Efrîqayê ji 600î derbas bû, Navendên Kontrol û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan ên Efrîqayê (CDC) banga berdewamiya hewldanên ji bo têkoşîna li dijî şewba ku bi lez belav dibe kir.
Wezareta Navxweyî ya Sûrîyeyê ragihand ku hemû endamên şaneya berpirsiyarê teqînên li Şamê hatine girtin. Li gorî agahiyan, encamên lêpirsîna destpêkê nîşan didin ku endamên şaneyê bi DAIŞê ve girêdayî ne.
Şamîl Basayevê Fermanderê efsane yê Çeçenîstanê ku di 10ê Tîrmehê sala 2006an de şehîd bûbû, di salvegera şehadeta xwe de, bi rehmet û bi mihnet tê yadkirin.