Rejîma sîyonîst Xezzeyê bombebaran kir: Ji heman malbatê 7 şehîd

Êrîşên rejîma sîyonîst ser Xezzeyê berdewam dikin. Îro danê sibê 7 Filistînî ji heman malbatê di encama êrîşa hewayî ya li ser malekê li bakurê rojavayê Xezzeyê de şehîd bûn.
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne.
Îro danê sibê li taxa Saftawî ya li bakurê rojavayê Xezzeyê, maleke malbata Xerbawî kir hedef. Di êrîşê de ji heman malbatê 7 kes şehîd bûn.
Çavkanîyên Filistînî yên li herêmê diyar kirin ku êrîş di çarçoveya bomberdûmaneke dijwar de ye û sivîl bûne hedef.
Di encama êrîşên ku ji Cotmeha 2023an vir ve dewam dikin de hejmara şehîdên Xezzeyê gihişt 50 hezar û 183yan û hejmara birîndaran jî derket 113 hezar û 828an.
Herçend hedefgirtina îşxalkeran ên li ser cihên sivîl, nexweşxane û karwanên alîkarîyê rexneyên navneteweyî li xwe girt, lê rêjîma sîyonîst bi piştevaniya bêsînor a Emrîkayê êrîşên xwe zêde dike. Xelkê Xezzeyê di nava astengîyên însanî û bomberdûmanên dijwar de micadeleya jiyanê didin.
Di demekê de ku berdewamîya êrîşan dibe sedema kûrbûna krîza mirovî li herêmê, bêdengîya civaka navdewletî dibe sedema bêcezamayîna van sûcan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li başûrrojhilata Pakistanê di mîtîngekî de xwekujek xwe teqand, di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Li Nepalê, di pevçûnên ku di protestoyên alîgirên monarşîyê de ku bi polêsan re hat kirin de, 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Di erdhejê ku li Myanmarê di mezinahîyên 7,7 û 6,4an de pêk hatin de heta niha 694 kesan canê xwe ji dest dan, 1670 kes jî birîndar bûn.
Emrîkaya îşxaker, di nav 24 seatên dawîn de li herêmên cuda yên Yemenê êrîşên asîmanî pêk anît, di encama 77 êrîşên asîmanî de herî kêm 1 kes şehîd bû, 10 kes jî birîndar bûn.