Rejîma îşxalker başûrê Lubnanê bombebaran kir
Li gorî agahiyan, balafirên şer ên sîyonîstan herêma Nebatiye ya li başûrê Lubnanê bombebaran kirin.
Li gorî nûçeyek ajansa fermî ya nûçeyan a Lubnanê NNA, balafirên şer ên aîdî hêzên îşxalker li ser bajarokê Kefr Rumman ê li başûrê welat êrîşeke hewayî pêk anîn.
Raportê diyar kir ku piştî vê êrîşê, balafirên şer girê Elî el-Tahir li derdora bakurê bajarokê Nebatiye el-Fewqa jî kirin hedef.
Hate diyarkirin ku di êrîşan de mûşekên ku stargehan dişkînin hatine bikaranîn û li seranserê herêma Nebatiyeyê dengê teqînên bilind hatiye bihîstin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara mirîyên lehîya li Nepalê gihîştiye 1050 kesan û ji bo dîtina 3916 kesên winda xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Hejmara şehîdên ku di êrîşên rejîma sîyonîst a li ser Xezzeyê de ji Cotmeha 2023an vir ve hatine kirin, gihîştiye 73 hezar û 462 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 509 kesan.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan di hevdîtina xwe ya li Bîşkekê de li ser aloziyên herêmî û peymana Îran-Emrîkayê axivîn. Îslamabadê diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê pêvajoya dîplomatîk berdewam bike.