Hejmara wan kesên ku di qetlîama 197 rojan a ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Ev bû zêdetirî 6 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.
Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên ku di 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 37 kes hatin şehîdkirin, 68 kes jî birîndar bûn.
Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 34 hezar û 49, hejmarê birîndaran jî derket 76 hezar û 901 kesan.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat diyarkirin ku Tixtor Adnan Ehmed El-Burşê Serokê Beşa Ortopediyê ya Nexweşxaneya Şîfa ya Xezzeyê di meha Nîsanê de li girtîgeha rejîma siyonîst di encama îşkenceyê de şehîd bûye û cesedê wî teslîmî malbata wî nehatiye kirin.
Di encama qezaya ku li herêma Gîlgît Baltîstana Pakîstanê pêk hat de 20 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd bûne derket 34 hezar û 622yan, hejmara birîndaran jî derket 77 hezar û 867an.
Li zanîngehên Amerîkayê bertekên li hemberî qetlîam û jenosîda ku rejîma îşxalker a siyonîst li Xezzeyê dike dewam dike, hat diyarkirin ku polîsan herî kêm 2 hezar kes binçav kirin.