Rewşa tenduristiyê ya doxtorê esîr Husam Ebû Safiye xirabtir bûye
Nivîsgeha Medyayê ya Esîrên Filistînî ragihand ku Dr. Husam Ebû Safîye, ku di zindanên rejîma sîyonîst de ye, ji ber şîdeta ku lê hatiye kirin, di rewşeke krîtîk de ye û tevî şikestinên parsû û nexweşiyên kronîk, dermankirina têrker nabîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Ebû Safiye di serdegirtina girtîgehê ya 27ê Tîrmehê de rastî yek ji êrîşên herî dijwar hatiye. Hate diyarkirin ku esîr bi copan hatine lêdan, rastî şokên ceryanê hatine, bi gaza rondikrêj û guleyên plastîk êrîşî wan hatiye kirin, û her wiha bi kûçikên polêsan êrîşî wan hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ebû Safiye ji nexweşiya dil, tansiyona bilind, êşa stû, hernia dîskê, pirsgirêkên dîtinê, gêjbûna domdar û lêdana dil dikişîne û tevî rewşa wî ya tenduristiyê ya giran jî, rêveberiya girtîgehê tenê dermanên êşbir û tansiyona xwînê dide wî.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Ebû Safiye di 24ê Hezîranê de dema ku ew ji bo Girtîgeha "Rakevit" hatibû veguhestin jî rastî êrîşê ji aliyê îşxalkeran ve hatiye, bi çokan lê hatiye lêdan û di encamê de parsûyê wî hatiye şikandin, û 21 rojan di bin şert û mercên dijwar de di hucreya yekkesî de hatiye girtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma îşxalker li Xezzeyê peymana agirbestê îxlal kir, li deverên cuda yên rojhilat û başûr bi çekên otomatîk bombebaran kir û agir berda wan.
Li herêma Lalitpur a Nepalê, ji ber ku otobûseke rêwîyan li dîwarê ser rêyan qelibî, kesek mir û 19 kes jî birîndar bûn.
Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman Fîkrî Karavîl, ji bo vekolîna merhaleya duyemîn a avakirina kompleksa êtîmxaneyan û ji bo lidarxistina çend civînan, rêze serdanan li Efxenistanê kir.