Sîyonîstan êrîşî Mescîda Eqsayê kirin
Di bin parastina îşxalkeran de, 116 sîyonîst êrîşî hewşa Mescîda Eqsayê ya li Qudsê kirin û rêûresmek Talmûdî pêk anîn.
Sîyonîstên ku êrîşî Mescîda Eqsayê kirin, di bin tedbîrên ewlehiyê yên giran ên polêsên rejîma îşxalkar de ji Deriyê Mexrîbê ketin cihê pîroz.
Hat ragihandin ku sîyonîstan di hewşan de gerên provokatîf li dar xistine, rêûresmên Talmûdî pêk anîne û derbarê "Perestgehê" de agahî dane.
Çavkaniyên Qudsê ragihandin ku 116 siyonîst di bin parastina polîsên îşxalker û hêzên taybet ên çekdar de ketine Mescîda Eqsayê û ev kom bi rêyên diyarkirî ji Deriyê Silsîla derketine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Emrîka dorpêça xwe ya behrî ya li dijî Îranê berfireh dike û di heman demê de hebûna xwe ya leşkerî li herêmê zêde dike. Fermandariya Navendî ya Emrîkayê (CENTCOM) ragihand ku ji 9ê Tebaxê ve, rêyên 55 keştiyên bazirganî hatine guhertin, du ji wan hatine rawestandin û du jî hatine kontrolkirin.
Hikûmeta Tataristanê ragihand ku di êrîşa bi dronan a li ser bajarê Nizhnekamsk de, ku tê îddîakirin ku ji aliyê Ukraynayê ve hatiye kirin, 13 kes mirine û 39 kes jî birîndar bûne.
Enes Şerîf, ku qetlîam, birçîbûn û wêranîya li Xezzeyê ji cîhanê re ragihand, di 10ê Tebaxa 2025an de, di êrîşa rejîma sîyonîst a li ser konê ku rojnamevan lê kom bûbûn li ber Nexweşxaneya El Şîfa ya li bajarê Xezzeyê de şehîd bû. Salek piştî şehadeta El Şerîf, wêneyên Xezzeyê yên ku bi kameraya wî gihîştin cîhanê û peyama wî ya dawî di bîra me de mane.