Sûrîye 14 sal paşê nefta xam hinare kir

Sûrîye, piştî hilweşandina rejima Esadê û bi rakirina mueyyîdeyên Emrîkayê ya li ser Sûrîyeyê, 14 sal paşê bir rêyên fermî nefta xam ji Bendera Tartûsê hinare kir.
Bireveberîya di bin îdareya Serokê Dewleta Sûrîyeyê Ahmed Şara de, 14 sal paşê hinarekirina nefta xam ji Bendera Tartûsê pêk anît.
Rîday el-Joubasiyê ku di Wezareta Enerjî yê Sûrîyeyê de alîkarê midûrê mesulê ji xazê û neftê ye, daxuyand ku di çarçoveya peymana ku hatîye kirin de 600 hezar nefta xam ji şîrketa bi navê B Serve Energy re hatîye firotan.
El-Joubasi, got ku neft ji çend sehayên Sûrîyeyê hatine derxistin kê negot ku ew seha kîjan in.
Sûrîye, berîya herba navxweyî di sala 2010an de 380 hezar warîl nefta xam hinare kiribû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 64 hezar û 231an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 161 hezar û 583 kesan.
Hamasê ragihand ku ew li benda bersiveke rejîma sîyonîst in ji bo pêşniyara peymana berfireh a ku bi rêya navbeynkaran pêşkêş kiriye. Tevgerê diyar kir ku ew ji bo berdana hemû êsîran û ji nû ve avakirina Xezzeyê amade ne.
Li wîlayeta Nangarhara Efxenistanê di mezinahîya 4,7an de erdhejek pêk hat.
Li Lîzbona peytexta Portekîzê tramvayek ji rêya hesin derket, di qezayê de 15 kesan canê xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.