Serokê Hîzbullahê Qasim: Em ê teslîm nebin û meydana herbê terk nekin
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Naîm Qasim, bal kişand ku “berxwedan ew ê meydana herbê terk neke”, got meseleya çek û berxwedanê jî “meseleya navxwe ya Lubnanê ye”û ev parçeyek mizakereyê nîne.
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Naîm Qasim, ji şervanên Hîzbullahê yên li Lubnanê û Berxwedana Îslamî re peyamek şand, di peyamê de bal kişand ku ew li hember îşxala sîyonîstan “efsaneyek metanetê ya ku hemî cîhanê matmayî dihêle dinivisînin”.
Xeyn ji vêya Qasim îfade kir ku şervanên berxwedanê “Jîyanek bi zillet tercîh nakin, ew jîyanek bi rûmet temsîl dikin, ew azadîyê dixwazin; evdîtîyê naxwazin, ew serxwebûnîyê dixwazin; sertewandinê naxwazin.” Qasim dûre bi dengek gur îfade kir ku “Em ê teslîm nebin û serê xwe netewînin… Parastina Lubnanê û gelê wî bidomînin.”
Şêx Qasim îfade kir ku berxwedan bi “îsraîlê dijmin ê wehşî û sûcdar ê ku ji teref despotên xwînmij ên Emrîkayê ve têne piştgirîkirin” û “Welatên ku ji bo desthilatdarîyê birçîyê xwînê ne û gelên têkçûyî yên ku bi hewrikên nebaşîyê xwe têr dikin” re rûbirû ye.
Qasim dûre weha got, “Komek biçûk, bi çavkanîyên sînordar û piştgirîyek sînordar bi van êrîşan re rûbirû ye, encax em ji alîyê Xwedê ve têne piştgirîkirin û ji ber vê yekê em ê zeferê bidestbixin.”
Qasim di axavtina xwe de bal kişand ku armanca êrîşdarîya îsraîl-Emrîkayê “Ji bona ku Lubnanê bikin parçeyek îsraîla mezin dixwazin wî bikin emrê xwe.” Dûre Naîm Qasim ji vê polîtîkayê re weha bersiv da, “Em ê teslîm nebin, em ê serê xwe netewînin û heta kengî berdewam dike bila bike, çiqas fedekarîyek mezin hewce dike bila bike, em ê parastina Lubnanê û gelê wî bidomînin.”
“Mizakere, di bin mesulîyeta meqamên rayedar de ye”
Naîm Qasim di axavtina xwe de îfade kir ku mizakere di bin mesuîyeta meqamên rayederan de ye û ji bo wan jî pênc tewsîyeyan dan ku ew jî ev in: “îsraîl bila êrîşên xwe yên ji alîyê behrê, bejahîyê û hewayê bide sekinandin, axên îşxalkirî werin azadkirin, esîr werin serbestberdan, xelk bila ji gund û bajarokên xwe re dikaribin vegerin û wan gund û bajarokan ji nû ve ava bikin”.
“Çek û berxwedan, meselaya navxwe ya Lubnanê ne”
Naîm Qasim di dawîya axavtina xwe de weha got, “Tu kes ên xeyn ji Lubnanê tu têkilîyên wan bi çek, berxwedan û rêxistinkirina karên hundir ê dewleta Lubnanê re tineye” û ev dosya jî “Meseleya navxwe ya Lubnanê ye û tu parçeyek mizakereyê ya ku bi dijmin re tê kirin jî nîne.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên dawî de di êrîşên hêzên îşxalker de çar Filistîniyên din şehîd bûne. Bi vî awayî, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdên giştî gihîştiye 73 hezar û 381î.
Tevgera Ensarullah a Yemenê diyar kir ku wan li bakurê Behra Sor bi mûşekên balîstîk êrîşî tankera petrolê ya rejîma Siûdî "Wafa" kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dorpêça deryayî ew ê berdewam bike û êrîşên li ser tankerên petrolê yên Siûdî wê berdewam bikin.
Rûsyayê bi mûşekên balîstîk û dronan şevekê êrîşî Kîevê paytexta Ukraynayê kir. Di êrîşê de du kes hatin kuştin, herî kêm 12 kes birîndar bûn û gelek xanî û depo jî zirarê dîtin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Mecîd el-Ensarî got ku Hamasê hemû wezîfeyên xwe yên di çarçoveya nexşerêya agirbestê de bi cih aniye, lê rejîma sîyonîst êrîşên xwe didomîne û nahêle ku alîkariyên mirovî bikevin Xezzeyê.