Sîyonîstan êrîşî konê sîvîlan kirin: Ji heman malbatê 6 Şehîd, 32 birîndar
Rejîma sîyonîst li herêma Mawasîya rojavayê Xan Yûnisê, konên ku xelkê bêwar tê de diman hedef girt. Ji heman malbatê şeş Filistînî şehîd bûn û 32 kes jî birîndar bûn.
Rejîma sîyonîst li herêma Mawasîya rojavayê Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê, konên ku sivîlên bêwar lê dimînin hedef girt. Di êrîşê de şeş Filistînî hatin kuştin û 32 kesên din, ku zarok jî di nav wan de bûn, birîndar bûn.
Piştî êrîşa li ser Kampa Nejat li Mewasiyê, ekîbên tenduristîyê birîndara rakirin Nexweşxaneya Meydanê ya Pispor a Kuweytê. Çavkaniyên nexweşxaneyê ragihandin ku şeş kes hatine kuştin û 32 birîndar jî têne dermankirin.
Li gorî nûçegihanên meydanî, êrîşa rejîma sîyonîst rasterast konê nêzîkî nexweşxaneyê hedef girtiye.
Piştî êrîşê, herêm demek dirêj di nav kaos û panîkê de bû, di heman demê de ekîbên rizgarkirinê birîndaran ji nav kavilên kon û komên qûmê derxistin.
Digel peymana agirbestê ya bi Hamasê re ku di 10ê Cotmehê de ket meriyetê, rejîma sîyonîst êrîşên xwe yên li ser deverên sivîl li gelek deverên Xezzeyê didomîne û bi awayekî sîstematîk peymanê îxlal dike. Bi taybetî Xan Yûnis û derdora wê di hefteyên dawî de gelek caran bûne hedefa topxane û êrîşên hewayî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HAMASê diyar kir ku êrîşa li ser konên sivîlên koçber ên li herêma Mewasiyê sûcê şer ê nû yê rejîma sîyonîst e, agirbestê îxlal dike û got, "Rejîm ji hemû encamên wê berpirsiyar e, û divê garantor tavilê tedbîran bigirin."
Medyaya îşxalkeran ragihand ku çar leşkerên ji Tûgaya Golanî di pevçûnên li Refaha başûrê Xezzeyê de birîndar bûne.
Tûgayên Qessam û Serîyyeyên Qudsê, doh êvarê ceseda sîyonîstekî êsîrê dinê jî teslîmê îşxalkeran kir.