Sûrîye: Ji bona ku vegerin xetên xwe yên berê em bi rêya Emrîkayê bi îsraîlê re danûstandinan dikin
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed Hesen Şeybanî ragihand ku ew bi navbeynkariya Emrîkayê danûstandinan dikin da ku êrîşên rejîma sîyonîst li ser welatê wî bi dawî bibin û xetên berî 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an vegerin.
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed Hesen Şeybanî, di 166emîn Civîna Wezîran a Komkara Erebî de li Qahîreyê axivî û got, "Îro, em di demekê de ku hevgirtin û vîzyonek yekgirtî hewce dike, di bin sîwana Komkara Erebî de dicivin."
Şeybanî diyar kir ku biryara navendîkirina çekan û sepandina tedbîrên astengkirinê mafekî serwerî yê mutleq ê dewletê ye û got, "Armanca me ew e ku em Sûrîyeyiyan di yek welatekî de biparêzin."
Şeybanî diyar kir ku ji bo bidawîanîna êrîşên rejîma sîyonîst û vekişîna wan bo xetên berî 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an, bi navbeynkariya Emrîkayê danûstandin didomin.
Şeybanî diyar kir ku girîngî li ser ji nû ve avakirina Sûrîyeyê ye û got, "Em red dikin ku em bikevin nav pevçûnekê ku dê hewlên me yên ji bo ji nû ve avakirina welatê me ji rê derxîne."
Şeybanî got, "Sûrîye tekez dike ku mafên Ereban li Golana dagirkirî nayên jibîrkirin. Sûriye pabendî çareseriyek dîplomatîk e û ji bo bidawîkirina êrîş, girtin û binpêkirinên Îsraîlê dixebite." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Abujaya paytexta Nîjeryayê, ji ber hilweşîna avahiyek sê qatî du kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Kabîneya Serokkomarîyê di bin serokatiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de civiya.
Di qezaya otobûsê de li welatê giravî yê Efrîqaya Cape Verde herî kêm 25 kes mirin.