Trump roja damezrandina Konseya Aştiyê ya ji bo Xezzeyê eşkere kir
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku navên serokên cîhanê yên ku dê di Konseya Aştiyê ya Xezzeyê de cih bigirin dê di destpêka sala bê de werin eşkerekirin, û got ku ev encumen dê pêvajoya agirbest û ji nû ve avakirina Xezzeyê birêve bibe.
Trump di civîneke aborî de li Odeya Roosevelt a Qesra Spî ji rojnamevanan re axivî û got ku gelek qral, serokên dewletan û serokwezîr dixwazin tevlî vê rêxistinê bibin.
Trump got, "Qral, serokkomar, serokwezîr… Ew hemû dixwazin di Encumena Aştiyê de cih bigirin. Ev dê yek ji encumenên herî balkêş be ku heta niha çêbûye."
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, di biryarnameyekê de ku di 17ê Mijdarê de hat qebûlkirin, damezrandina Konseya Aştiyê pejirand û destûr da ku hêzek navneteweyî ya demkî ji bo aramkirina Xezzeyê were avakirin. Biryarnameya ku ji hêla Emrîkayê ve hatiye amadekirin, diyar kir ku ev konse dê wekî rêveberiyek demkî ji bo hevrêzkirina fînansmana ji bo ji nû ve avakirina Xezzeyê kar bike.
Li gorî biryarê, encumen dê heta ku Desthilata Filistînî bernameya xwe ya reformê ya pêwîst temam bike û li Xezzeyê kontroleke ewle û tesîrdar ji nû ve ava bike, li ser kar bimîne.
Nûnerê Daîmî yê Emrîkayê li Neteweyên Yekbûyî Michael Waltz diyar kir ku Konseya Aştiyê, ku dê ji aliyê Trump ve were birêvebirin, dê çavdêriya pêkanîna peymana agirbestê li Xezzeyê bike.
Waltz di axaftina xwe ya bi çapemeniya dagirker re de destnîşan kir ku qonaxa din a pêvajoyê dê avakirina hikûmetek ji teknokratên Filistînî û afirandina çarçoveyek darayî ji bo piştgiriya aboriya Xezzeyê be.
Waltz her wiha ragihand ku Hamas dê bêçekkirin, û Trump gotiye ku ev yek dê "bi rêya hêsan an jî bi rêya dijwar" were kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Êrîşên dronan ên li ser Moskowê bûn sedema rawestandina seferên asmanî.
Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (SUPA) ragihand ku hejmara kesên ku di êrîşa li ser Meydana Tehranê de canê xwe ji dest dane gihîştiye 4 kesan.
Greva giştî ya li Portekîzê li dijî reformên kedê yên hikûmetê, bi taybetî di sektora veguhastinê de bûye sedema astengiyên cîddî.
Malbatên koçber li Xezzeyê ji ber ku barana zêde konên wan di bin avê de hiştin bi felaketeke nû re rû bi rû ne. Sîvîlên bêparastin di nav serma û lehiyê de ji bo jiyanê têdikoşin.