Ukraynayê bi ÎHAyan êrîşî Tataristanê kir: 13 mirî
Hikûmeta Tataristanê ragihand ku di êrîşa bi dronan a li ser bajarê Nizhnekamsk de, ku tê îddîakirin ku ji aliyê Ukraynayê ve hatiye kirin, 13 kes mirine û 39 kes jî birîndar bûne.
Li bajarê Nizhnekamsk ê Komara Tataristanê di saetên sibehê de bi karanîna wesayîtên hewayî yên bêmirov (UAV) êrîşek pêk hat.
Di daxuyaniyekê de ji rêveberiya Tataristanê hat gotin ku di êrîşê de tesîsên sivîl ên li bajêr bûne hedef.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrîşan de 13 kes mirine û 39 kes jî birîndar bûne.
Rêveberiya Tataristanê diyar kir ku êrîş ji aliyê Ukraynayê ve hatiye kirin û destnîşan kir ku êrîşên bi dronan ên li ser Nizhnekamskê berdewam dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di bin parastina îşxalkeran de, 116 sîyonîst êrîşî hewşa Mescîda Eqsayê ya li Qudsê kirin û rêûresmek Talmûdî pêk anîn.
Emrîka dorpêça xwe ya behrî ya li dijî Îranê berfireh dike û di heman demê de hebûna xwe ya leşkerî li herêmê zêde dike. Fermandariya Navendî ya Emrîkayê (CENTCOM) ragihand ku ji 9ê Tebaxê ve, rêyên 55 keştiyên bazirganî hatine guhertin, du ji wan hatine rawestandin û du jî hatine kontrolkirin.
Enes Şerîf, ku qetlîam, birçîbûn û wêranîya li Xezzeyê ji cîhanê re ragihand, di 10ê Tebaxa 2025an de, di êrîşa rejîma sîyonîst a li ser konê ku rojnamevan lê kom bûbûn li ber Nexweşxaneya El Şîfa ya li bajarê Xezzeyê de şehîd bû. Salek piştî şehadeta El Şerîf, wêneyên Xezzeyê yên ku bi kameraya wî gihîştin cîhanê û peyama wî ya dawî di bîra me de mane.