Weqfa Êtîman li Çadê ji zarokên sêwî û êtîman re cil û bergên eydê da
![Weqfa Êtîman li Çadê ji zarokên sêwî û êtîman re cil û bergên eydê da Weqfa Êtîman li Çadê ji zarokên sêwî û êtîman re cil û bergên eydê da](/img/NewsGallery/2024/6/16/399848/FeaturedImage/7abc5019-6365-4f09-9292-5736a7c51971.webp)
Weqfa Êtîman li welatê Çadê yê li bakurê Efrîqayê ji 160 zarokên ku di sêwîxaneyekî de diman re cil û bergên eydê belav kir.
Weqfa Êtîman ku li Çada welatê Misliman ê feqîr ê Efrîqayê ye, di navbera xêrxwaz û kesên hewcedar de wek pirekê xizmetê dike.
Weqfa Êtîman ku li Çadê qadên cuda yên hewcedariyê tesbît kir alîkariya zarokên feqîr û sêwî bi taybetî yên ku di medreseyan de ilmên Îslamê dixwînin, Quranê hîn dibin û perwerdehiya hafizê digirin didomîne.
Di daxuyanîya ku ji teref Weqfa Êtîman ve hat dayîn de weha hat gotin: "Me li herêma Sokuyona gundê Abeşe ya Çadê ku welatê Efrîqayê ye ji 160 zarokên li sêwîxaneyeke re cil û bergên eydê belav kir. Her wiha me pêlîstok diyarî zarokan kirin. Me ji 500 kesan re jî di medreseya hafizê de nusxeyên Qurana Pîroz belav kir."
Hat diyarkirin ku xebatên alîkariyê yên Weqfa Êtîman a li Efrîqayê dê bidomin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berxwedana Fîlîstînê ku ev bû 9 meh e berxwedanekî bi nav û deng nîşan daye, dîmeneke nû parve kir.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Li bajara Derbend û Maxaçkaleya Daxistanê bi çekan êrîş hatibû lidarxistin, di encama wê êrîşê de hejmarê mirîyan derket 20 kesan, 46 kes jî birîndar bûn.
Rejîma îşxalker a sîyonîst li Kampa Penaberan a Eş-Şatîyê êrîşan li dar xist, di wê êrîşê de bi tevî xûşka Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye 10 kes şehîd bûn.