Xezze pir zêde û bişiddet tê bombekirin: 62 şehîd

Li Xezzeyê her diçe bîlançoya êrîşa îşxalkeran girantir dibe. Di encama êrîşan hewayî yên li dijî cihên cuda de 62 Filistînî şehîd bûn. Êrîşan hîn bêhtir li ser cihên jîwar ên navenda bajêr û konên ku gelên sivîl dimînin tên kirin.
Çavkaniyên sihhetê yên li Xezzeyê ragihand ku, di encama êrîşên zêde yên ku siyonîstan kirin de 62 kes şehîd bûne, gelek kes jî birîndar bûne. Hat îfadekirin ku gelemperîya şehîdan ji navenda bajêr e.
Di demên şevê de balafira bêmirov ên îşxalkeran, konên kesên sivîl yên ku li rojavaya Kampa Nuseyratê ne hedef girtin. Di encama êrîşan de 4 kes şehîd bûn, birîndar jî hatin rakirin Nexweşxaneya Ewdeyê.
Di demên serê sibehê de jî, êrîş li kona ku li ser banîya mala aidî malbata El-Kuyfî ya li Meheleya Nasra rojavaya Xezzeyê hat kirin; 20 kes şehîd bûn. Her wiha li Kolana Celayê wesayiteke sivîl û li meheleya Şêx Ridwanê jî tankêrekî avê hat hedefgirtin, di encamê de gelek kes birîndar bûn.
Îşxalkeran doh tevî Birca Xafrîya 20 qatî gelek avahîyan hilweşand. Di burcê de gelek malbat, sazîyên medyayê, şîrketên produksîyonê û ofîsên tîcaretê hebûn.
Êrîşên dijwar, ku di 11ê Tebaxê de dest pê kirin, pêşî li taxa Zeytûnê dest pê kirin û dû re ber bi Sabra, taxên bakur û di dawiyê de jî ber bi rojavayê bajêr ve belav bûn. Di vê heyamê de, zêdetirî 3,600 avahî bi tevahî an jî bi piranî hatin wêrankirin û zêdetirî 13,000 kon jî bûn hedef, ku di encamê de cihên stargehê yên sivîlên koçber wêran bûn.
Di jenosîda ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve berdewam dike de, rejîma siyonîst li Xezeyê 64 hezar û 905 Filistînî şehîd kirin û 164 hezar û 926 kes birîndar kirin. Hejmara miriyên ji ber birçîbûn û nexweşiyan gihîştiye 425 kesan, ku 145 ji wan zarok in. Tevî bangên navneteweyî û biryarên Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê jî, qetlîam bênavber berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encama êrîşan siyonîstan a li ser Şerîda Xezzeyê de 3 rojnamevanên Filistînî yên din jî şehîd bûn.
Di ser şehadeta Umer Muxtar ê bi navê Şêrê Çolê yê ku li dijî îşxalkerîya Îtalyayê li ber xwe da, 94 sal derbas bûn.
Ji ber polîtîkayên birçîhiştinê yê rejîma siyonîst a li Xezzeyê zarok dimirin, li Nexweşxaneya Nasirê di hejmara bebik û zarokan de ya ku ji ber kêmxwarinê tên tedawikirin, zêde bûn pêk hatiye.