Êrîşên Emrîkaya îşxalker ên li ser Yemenê didomin

Di êrîşa hewayî ya ku ji teref Emrîkaya îşxalekr ve li ser navçeya Holan a bajarê Sana ya Yemenê hat kirin de 2 kes şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.
Êrîşên balafirên şer ên Emrîkayê li Yemenê berdewam dikin.
Îro danê sibê herêma Arakubê ya li navçeya Houlan a bajarê Sana bû hedef.
Li gorî çavkaniyên herêmî di encama van êrîşan de 2 welatîyên sivîl şehîd bûne û 2 kes jî birîndar bûne.
Li gorî şahidên bûyerê, balafirên şer ên Emrîkayê bi 4 êrîşên esmanî li ser kana Arakubê xistin. Di encama bomberdûmanê de ziyanên maddî yên mezin li herêmê çêbû.
Êrîşên Emrîkaya îşxalker ên li ser Yemenê bi vê yekê sînordar nebûn. Li herêma Cerban a girêdayî navçeya Sanhanê bi 8 êrîşên hewayî, li herêmên Hidam û Cumeyme yên girêdayî navçeya Benî Heşîşê jî 5 êrîşên hewayî hatin kirin.
Di van rojên dawîn de ku êrîş zêde dibin krîza însanî ya li Yemenê kûrtir dike, hedefgirtina sivîlan dibe sedema bertekan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li başûrrojhilata Pakistanê di mîtîngekî de xwekujek xwe teqand, di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Li Nepalê, di pevçûnên ku di protestoyên alîgirên monarşîyê de ku bi polêsan re hat kirin de, 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Di erdhejê ku li Myanmarê di mezinahîyên 7,7 û 6,4an de pêk hatin de heta niha 694 kesan canê xwe ji dest dan, 1670 kes jî birîndar bûn.
Emrîkaya îşxaker, di nav 24 seatên dawîn de li herêmên cuda yên Yemenê êrîşên asîmanî pêk anît, di encama 77 êrîşên asîmanî de herî kêm 1 kes şehîd bû, 10 kes jî birîndar bûn.