Îşxalkeran li Xezzeyê avahîyekî bomberdman kirin: 14 şehîd

Artêşa îşxalê, li bajaroka El Zeytûnê avahîyekî hedef girtin û bomberdman kirin, di encamê de 14 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Çapemenîya mehellî, îfade kir ku balafirên herbê yên rejima sîyonîst li ser Ceddeya Kaşkû ya ku li Taxa Şûcaîyeyê ye avahîyekî bomberdman kirin.
Di encama bomberdmanê de li gorî diyarîyên ewil zarok û pîrek jî di nav de 14 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku bi tevî derxistina mirovên ku di bin kavilan de mane dibe ku hejmarê şehîd û birîndaran zêde bibe.
Di heman demê de li bajaroka Şewkaya rojhilata Refahê jî herêmekî ku sîvîl lê dicivin êrîşeke asîmanî hat lidarxistin, di encama wê êrîşê de jî du kes şehîd bûn.
Li bajaroka Benû Suheylaya rojhilata Xan Yûnisê mala malbata El-Buraymê hat hedefgirtin, û di encamê de yek jê zarok du sîvîl şehîd bûn.
Mirovên ku bûyerê dîtin îfade kirin ku wesayîtên artêşa îşxalker li dijî herêmên rojhilata Cîbalîyeyê bombebaran kirine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li başûrrojhilata Pakistanê di mîtîngekî de xwekujek xwe teqand, di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Li Nepalê, di pevçûnên ku di protestoyên alîgirên monarşîyê de ku bi polêsan re hat kirin de, 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Di erdhejê ku li Myanmarê di mezinahîyên 7,7 û 6,4an de pêk hatin de heta niha 694 kesan canê xwe ji dest dan, 1670 kes jî birîndar bûn.
Emrîkaya îşxaker, di nav 24 seatên dawîn de li herêmên cuda yên Yemenê êrîşên asîmanî pêk anît, di encama 77 êrîşên asîmanî de herî kêm 1 kes şehîd bû, 10 kes jî birîndar bûn.