Îşxalkeran planên êrîşa li ser Xezzeyê qebûl kirin

Wezîrê parastinê yê sîyonîstên îşxalker Îsraîl Katz ragihand ku planên êrîşa li ser Xezzeyê erê kirine.
Wezîrê parastinê yê sîyonîstên îşxalker Îsraîl Katz ragihand ku ew planên êrişa ser Xezzeyê erê kirine. Di daxuyaniya ku ji teref Wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Katz li baregeha leşkerî ya ku Xezzeyê lê ye bi asta fermandariyê re civînek li dar xist.
Alîkarê Sererkan Orgeneral Tamir Yadai, Fermandarê Cepheya Başûr Orgeneral Yaniv Asor, Fermandarê Tumena Xezzeyê Tumgeneral Barak Hiram û Fermandarê Tûgaya 252emîn Tûggeneral Yehuda Vach beşdarî civîna ku planên der barê êrîşên ku sîyonîstên îşxalker di 1ê Adarê de ji nû ve dest pê kiribûn hatin gotûbêjkirin bûn.
Îşxalker Katz îddîa kir ku armanca wan a ewil ew e ku êsîrên sîyonîst ên li Xezzeyê vegerînin, wekî din ew ê Xezzeyê bi temamî bi dest bixin û ji HAMASê re berdêlên giran bidin.
Îşxalkerên ku îddîa dikin ku armanca wan ew e ku êsîrên îşxalker vegerînin, li Xezzeyê zarok û jinan qetil dikin.
Êrîşên îşxalkeran ên li dijî sivîlan dewam dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li başûrrojhilata Pakistanê di mîtîngekî de xwekujek xwe teqand, di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Li Nepalê, di pevçûnên ku di protestoyên alîgirên monarşîyê de ku bi polêsan re hat kirin de, 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Di erdhejê ku li Myanmarê di mezinahîyên 7,7 û 6,4an de pêk hatin de heta niha 694 kesan canê xwe ji dest dan, 1670 kes jî birîndar bûn.
Emrîkaya îşxaker, di nav 24 seatên dawîn de li herêmên cuda yên Yemenê êrîşên asîmanî pêk anît, di encama 77 êrîşên asîmanî de herî kêm 1 kes şehîd bû, 10 kes jî birîndar bûn.