îşxalkeran êrîşên xwe li Şerîaya Rojava û Qudsê zêde kirin
Sîyonîstan tevahiya şevê li gelek bajar û bajarokên Şerîaya Rojava ya îşxalkirî êrîşên hevdem pêk anîn. Mal bûn hedef û êrîşên çeteyên Cihûyan berdewam kirin; li Beytlehmê, malek hate şewitandin û malbateke heşt kesî hate tehliyekirin.
Hêzên îşxalker êrîşên xwe didomînin, û aloziyê li Şerîaya Rojava û Qudsê zêde dikin. Di serdegirtinên şev û sibê de, nav malan hatin şikandin, lêgerîn hatin kirin û li hinek deveran, milk hatin hedefgirtin.
Li Tulkeremê, bajarokên Zeyta, Seyda û Fer'unê bûn hedef. Di serdegirtina malekê li Fer'unê de, Tariq Naîl Omer esîr hat girtin. Her wiha, hat ragihandin ku wesayîteke leşkerî ya sîyonîstan li nêzîkî çarrêya Şuweykayê li wesayîteke Filistînî qelibî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Alî Zeydî got, "Me delîl xwest ku nîşan bidin Erebistana Siûdî ji axa me hatiye hedefgirtin, lê me tu bersiv negirt."
Li bakurê Pakistanê di êrîşeke çekdarî de 9 poêîs hatin kuştin û 28 kes jî birîndar bûn.
Li bendera Damietta ya Misrê, di teqînekê de du keştî zirar dîtin.