5emîn salvegera serkeftina Efxenistanê li dijî îşxala Emrîkayê li Enqerê hate pîrozkirin
Salvegera 5emîn a "Bidawîhatina Îşxal û Roja Serkeftinê" bi bernameyekê li Balyozxaneya Efxenistanê ya li Enqereyê hate pîrozkirin.
Sefîr Sanîullah Farahmand li ser hewldanên Efxenistanê yên di ewlehî, îstîqrar, pêşkeftina aborî û hevkariya herêmî de di pênc salên borî de nirxandinek kir.
Balyozxaneya Emîrtîya ya Îslamî ya Efxenistanê li Enqereyê ji bo bîranîna salvegera 5emîn a "Bidawîhatina Îşxal û Roja Serkeftinê" bernameyek li dar xist.
Bernameya ku li avahiya balyozxaneyê hat lidarxistin, Balyozê Efxenistanê yê li Enqereyê Sanîullah Farahmand û her wiha endamên meclîsê, Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, nûnerên mîsyonên biyanî, gelek berpirsên rêxistinên civaka sivîl û mêvanên din beşdar bûn.
Bername bi xwendina Qurana Pîroz û pêşkêşkirina vîdyoyekê li ser îşxala Emrîkayê dest pê kir.
Dûre Sefîr Sanîullah Farahmand axantinek kir û bername bi dayîna îkraman ên ji metbexa kevneşopîa Efxenistanê dawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Kanîya Xezalan a Rihayê wesayîta ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir teqle avêt, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Li navçeya Sînpaş a Efyonê otobûsa rêwîyan ji bin kontrola şofêr derket û qulipî, di encama qezayê de 22 kes birîndar bûn.
Midûrtîya Gumrukê ya Îzmîrê, ji Coca Cola Vexwarin a ku ji sîyonîstan re piştrigîyê dide re 705,8 milyon Lîre tehekkuk û 2,12 milyar Lîre cezaya îdarî lê birî.
Li navçeya Licê ya Dîyarbekirê wesayîtek ji ber ku ajotinek talûke bi karanît li tirekî qelibî û qeza kir. Di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, şofêrê tirê jî birîndar bû.