Êvariya roja dûşema 22ê Nîsana 2024 li bajarê Hewlêrê Mesûd Barzanî pêşwaziya Recep Tayip Erdoganê Serokkomarê Tirkiye kir.
Di civînê de serdana Serokkomarê Tirkiye û şanda li gel ya Bexdayê û hevtêgihiştin û rêkeftinên di navbera Iraq û Tirkiye bi girîng û dîrokî û fakterê geşepêdan û aramiyê wesif kirin.
Her li vê civînê de tekez li ser berev pêşveçûn û berfirehbûna peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê û welatê Tirkiye kirin, ew jî bi navê bihêztirbûna aramiya herêmî û hevkarî û hemahengiya hevbeş li warên cûr bi cûr û kûrtirkirina bingehên cîrantî û pêşxistina peywendiyên aborî bûn.
Guhertin û pêşhatên dawî yên navçeyê mijareke dinê vê civînê bû.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îro piştî nimêja înê li bajarê Rihayê ji bo Hasan Saklanê welatiyê Tirkiyê ku li Qudsê ji aliyê rejîma îşxalker a siyonîst ve hatibû şehîd kirin, daxuyaniyeke çapemeniyê hat belavkirin.
Alî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir, ragihand ku 29 şikdarên ku bi kevir û daran li Qada Saraçhaneyê ji bo çûyîna Qada Taqsîmê êrîşî polîsan kiribûn hatin girtin.
32 endamên PKKyê ku li herêmên operasyona Pençe-Kîlît, Xwakurk, Gare û Heftanîn hatibûn tespîtkirin hatin kuştin.
Di operasyona ku li Licêya Diyarbekirê hat lidarxistin de 173 kîlo esrar hat bidestxistin.