Cemîyeta Mustezefan ji bo şehîdên Filistînê peyama şînê belav kir

Di daxuyanîya niviskî ya ku ji teref Cemîyeta Mustezefan ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Ewê xwîna şehîdên me, ronîkirina rêya ku diçe azadîya axên me berdewam bike.”
Rejima îşxalker a sîyonîst li dijî Xezzeyê qetlîam û qirkirina xwe berdewam kir, bi sedan Filistînî şehîd bûn.
Cemîyeta Mustezefan, ji bo şehîdên ku di nav wan de serok û fermandar jî hene peyama şînê belav kir.
Di peyamê de ev ayet hat nivîsandin: “Ji wan ên ku di riya Xwedê de hatine kuştin re nebêjin: “Ew mirî ne!” Nexêr, ew sax in, lê belê hûn pê nahisin û tê nagihîjin.” (Beqere - 154)
Dûre weha hat nivîsandin:
“Dilê me ji bo serokên me yên mezin, zarok û pîrek û xûşk û birayên me yên ku di êrîşên rejima îşxalker de şehîd bûne bi xemgînekî kur ve tijî bû. Serokên bi qîmet ên Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) û Tevgera Cîhada Îslamî şehîd bûn. Ji qadroyên serok ên HAMASê Îssam El-Dalîs, Yaser Harb, Muhammed el-Cemasî, Ahmed el-Hatta, Mahmud Ebû Vatfa, Tûmgeneral Behçet Ebû Sultan û berdevkê Tûgayên Qudsê Ebû Hamza û gelek qehreman di vê doza pîroz de canê xwe feda kirin û gihaştin mertebeya şehadetê.
Van şehîdan, di oxira azadî û rûmeta gelê Filistînê de di sefên pêş de cîh girtin û bûn parêzvanên ax û cîhên pîrozên me. Wan însanan, muminên ku soza ji Xwedê re dane bi cîh anîtine, nezirên xwe dane û bi şehadetê tacên xwe li xwe kirine ne. Ew ê şehadeta wan ji me re rêyekî bi ezm û bibiryar nîşanê me bide, wê berxwedana me jî qewettir bike.
Em ji hemû endamên HAMAS û Tevgera Cîhada Îslamî, malbatên şehîdên me û hemû gelê Filistînê re şîna xwe pêşkêşî dikin. Van windayîyan (şehîdan) ew ê çavê me nede tirsandin, bileqs wê bibe wesîleya domandina micadeleya me û kêlînbûna me. Ewê xwîna şehîdên me, ronîkirina rêya ku diçe azadîya axên me berdewam bike.
Xwedayê dilovan bila rehma xwe li şehîdên me bike, bila wan di cenneta xwe de bighînê cîhê herî bilind û wan bi tevî Pêxember, siddiq, şehîd û salihan re heşr bike. Wan însanan, însanên herî bixêr ên ku di rêya heq de canê xwe feda kirine ne. Bila ji me re bike nisîb ku em jî di rêya wan de bimeşin, doza wan bidomînin û me bighîne zefer an jî şehadetê.
‘Sebr bikin, berxwe bidin, daîma bihezir bin û ji Xwedê bitirsin ku, hûn bighêjin serfirazîyê.’ (Alî Îmran – 200)” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi minasebeta Şeva Qedrê ji teref Navenda Dawet û Ciwanan ve li Dîyarbekirê bernameya Cejna Quranê hat lidarxistin.
Rêbeja Wan-Miksê ku ev nêzî 5 meh in ji ber barîna berfê û rîska aşîtê hatîye girtin, di encama keda ekîban de dîsa ji trafîkê re hat vekirin.
Ji ber ku li navend û rojavayê welat tê çaverêkirin ku wê toz bê barkirin, divê li hember esîrên xerab ên wekî kêmbûna kalîteya hewayê û kêmbûna dîtinê welatî baldar bin û tedbîr bên girtin.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Salona Pêşangehê ya Beştepe Milletê di Bernameya Fitarî ya ku bi Karkeran re hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku tetîla Cejna Remezanê 9 roj in.