Li Dîyarbekirê bernameya “Quds û Şehadet” hat tertîpkirin

Bi minasebeta Meha Sibatê Meha Şedatêye ji teref Cemîyeta Mistezefan û Platforma Karwanê Şehîdan ve li Dîyarbekirê bernameyek bi navê “Quds û Şehadet” hat tertîpkirin.
Bernameya ku li navçeya Yenîşehîra Dîyarbekirê di Eywana Konferansa Camîya Selaheddînî Eyyûbî de hat tertîpkirin, ji teref gel ve gelek eleqe dît.
Bername bi xwendina Qurana Pîroz ê ku ji teref Omer Akgul ve hat xwendin dest pê kir û bi îlahîyên ji teref Ajansa Ozlemê û nîşana sînevîzyonê ve berdewam kir.
Îlahîyatvan Bayram Sonmez derheqê ehemmîyeta meseleyê û rojê de axavtinek kir û destnîşan kir ku şehîdî ne windayîye, her şehîdek wek berfînekî mizgînîya biharê ye.
Sonmez, ji esrî seadet û Xezzeyê jî mînakan da û bal kişand ku bila dêûbav zarokên xwe li ser daxwazîya şehadetê mezin bikin.
Sonmez, “Mînaka me ya herî mezin Hz. Sumeyra ye. Ew dayîkekî wisaye ku kurekî xwe li Bedrê ji bo Xwedê qurban daye, kurê xwe yê biçûk ji 3 salîya xwe ji bona ku siberoj Ebû Cehîlê bikuje mezin kirîye, du kurê xwe û mêrê xwe li Uhudê di rêya Xwedê de qurban daye. Heger em xwîna zarokên xwe ji xwîna zarokên dinê qîmettir bibînin ew ê siberoja Îslamê jî mehkûmê tarîtîyê bibe. Feqet dema ku em zarokên xwe weka Hz. Sumeyra terbîye bikin û ji bona ku wan ji Xwedê re bikin qurban perwerde bikin ew ê bi îzna Xwedê şîyarekî wê hezar xewreşan şîyar bike.”
Bayram Sonmez gotina Ebû Ubeyde ku piştî şehadeta Şehîd Yahya Sînwar û Muhammed Daîf ku gotibû, “Xwîna fermandarên me ji xwîna zarok û micahîdên Xezzeyî qîmettir nîne.” Bibîrxist û bal kişand ku divê zarok bi evîndarîya Qudsê bêne perwerdekirin.
Bayram Sonmez, “Em mesulin ku zarokên xwe bi vê fikr û şiûrê perwerde bikin. Em mecburin ku zarokên xwe hêj dema ku di qundaxê de ne bi hezkirin û evîndarîya Mescîdî Eqsayê mezin bikin. Em ji zarokên xwe re bidin hînkirin ku wan axan ên me ne û em mesul in ku wan axên xwe ji îşxala cihûyîyan xelas bikin. Ger ku em nikaribin bikin jî divê em vê şiûrê ji neslên xwe re bidin. Hûn zanibin dema ku em zarokên xwe bi vê şeklê mezin bikin ew ê Quds azad bibe.”
Di berdewamê de hat îfadekirin ku di warê boyqotê de jî Misilmanan hessasîyeta ku hewceye bidin nîşan nadin, Sonmez bang li gelê Misilman kir û got, “Alîkarîya Xezzeyê bikin, Ji cîhadê re destekê bidin” derheqê rayedarên welatên Îslamê ku dibêjin “Niha rewş ji vêya re misade nake û ne mimkin e em midexele bikin, em niha ne hazir in!” de jî bal kişand ku wan rayedaran welatên xwe jî dikin nav talûkeyê.
Bername bi xwendina îlahîyan ên ji teref hûnermendên Ajansa Ozlemê ve berdewam kir û bi duaya ku ji teref Mele Nazim Şîmşek ve dawî bû.
Hat îfadekirin ku di heman eywanê de ji pîrekan re jî bernameyekî hatîye tertîpkirin.
Di bernameya pîrekan de jî hatîye îfadekirin ku ferzîyeta cîhadê û micadeleya Îslamê ne tenê li ser zilaman e, divê pîrek jî di meydana cîhadê de hazir bin û zarokên xwe bi vê şiûrê mezin bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Mela Xiyaseddîn Barlak berî vê 31 salan ji teref îtîrafkarên ku dewleta kûr wan ji girtîgehê derxistibû ve li Tatwana Bidlîsê hatibû qetilkirin ku îro di salvegera şehadeta xwe de bi rehmet hat yadkirin.
Li navçeya Xelîlîya Rihayê sê wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de kesekî birîndar bû.
Ji ber berf û cemeda ku li gelek bajarên Tirkîyeyê tesîra xwe zêde kirîye li hinek bajar û navçeyan ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.