Di operasyonên li dijî DAIŞê de 119 şikdar hatin girtin
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku Fermandariya Giştî ya Cendermeyan li 30 bajaran li dijî DAÎŞê operasyonên hevdem pêk anîne û di van operasyonan de 119 şikdar hatine girtin.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, di operasyonên ku ji hêla Fermandariyên Cendermeyan ên Bajarê ve bi hevrêziya Daîreya Têkoşîna li dijî Terorê ya Fermandariya Giştî ya Cendermeyan û Serdozgerên Giştî ve hatine kirin de, şikdarên ku hatine girtin bi rêya hesabên xwe yên medyaya civakî propagandaya rêxistina terorê kirine, endamên DAÎŞê ne û bi rêya kesên girêdayî wan û rêxistinên qaşo alîkariyê piştgiriya darayî dane rêxistinê.
Hat diyarkirin ku ji aliyê dozgeriyên giştî ve li dijî şikdaran lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
AFADê ragihand ku li Behra Spî, 243.09 kîlometre dûrî navçeya Datça ya Muxlayê, erdhejek bi şîdeta 4.3 pileyî çêbû.
Peyamên di navbera Haluk Levent û alîkarê wî Alper Çelîk de, ku di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Ahbapê de hatine girtin, derbarê çalakiyên behîsê de, di dosyeya dozê de cih girtine. Di peyaman de tê gotin ku Levent di heman rojê de bi qasî 700.000 Lîreyên Tirkî behîs leyîstîye.
Ekîba yekem a Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Karwana Hêvîyê ya Êlihê, Perwerdehiya 6 rojî ya Kampkirina Bingehîn, Nexşe û Navîgasyonê ku di çarçoveya pêvajoya akredîtasyona AFADê de hatibû organîzekirin, bi serkeftî qedand.