Di roja ewil a cejnê de 852 qeza çêbûn
![Di roja ewil a cejnê de 852 qeza çêbûn Di roja ewil a cejnê de 852 qeza çêbûn](/img/NewsGallery/2024/6/16/399850/FeaturedImage/a94d0531-7915-4d1d-a6ab-aad990f7c51f.webp)
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya got, "Di van qezayan de 5 kesan canê xwe ji dest dan û hezar û 421 kes jî birîndar bûn."
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê kontrol û qezayên ku di 1emîn roja betlaneya 9 rojan de hatin kirin de agahî da, diyar kir ku di nava 24 saetan de 852 qezayên trafîkê çêbûne û di van qezayan de 5 kes mirine û hezar û 421 welatî birîndar bûne.
Her wiha Yerlîkaya diyar kir ku di dema kontrolkirina 407 hezar û 731 wesayitan de, li 24 hezar û 357 wesayitan prosedurên lez û radarê, li 42 hezar û 720 wesayîtan jî tedbîrên din hatine kirin.
Wezîr Yerlîkaya weha got: “Bi hezaran welatiyên me li ser rê bûn ku bi malbat, hezkir û dê û bavên xwe re bigihin hev, hê jî welatiyên me li ser rê ne. Ez dixwazim careke din detayek girîng ku divê em tu carî ji bîr nekin bi bîr bînim: Kembera ewlehiyê. Ji kerema xwe, em ji bîr nekin ku kemberên ewlehiyê di wesayit û seferên xwe yên otobusê de girêbidin. Werin em kemberên xwe girêdin da ku dawiya rê bibe cejn.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat diyarkirin ku li “Herêma Mertala Firatê” 4 YPG/PKKyî, li “Herêma Pencik-Kilîdê” 3 endamên PKKê hatin kuştin.
Di daxuyanîya ku ji teref HUDA PARê ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin fealîyetên fîrmayên ku ji rejîma îşxalker re bi eşkere destekê didin, xelkê xwedî wijdan ku her roj mirina zarok û pîrekan temaşe dikin aciz dike, “Dewamkirina fealîyetên wan fîrmayên ku bi eşkere destekê didin ji rejîma îşxalker a sîyonîst re ku Hikumet di asta bilind de wan wek terorîstan wesifandîye nayê qebûlkirin.”
Cemîyeta Mistezefan, bang kir ku wehşeta sîyonîstan li Xezzeyê didome, li dijî fîrmayên alîgirên sîyonîstan boyqotê bidomînin, “Li Tirkîyeyê jî zêdebûna bertekan ên li dijî qirker û alîgirên wan zêde bû. Tiştekî tenê heye ku sazîyên sîvîl ên ku wijdan û însanîyetên xwe winda nekirine bikarbînin; çalakîyên protestoyê ye. Û ev, mafekî cîhanî ye.”
Li navçeya Somaya Manîsayê di mezinahîya 4,8an de erdhejek pêk hat.