Li gorî encamên fermî ya hilbijartina Herêma Kurdistanê Partîya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) bi 39 kursîyan ve di pêş de qedand.
Serokê Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe yê Iraqê Omer Ahmed, li Hewlêrê daxuyanîyekî çapemenîyê li dar xist û encamên hilbijartina Herêma Kurdistanê eşkere kir.
Ahmed îfade kir ku pileya beşdarbûna ji hilbijartinê re ji sedî 72,6 e.
Li gorî encamên fermî di Parlamentoya Kurdistanê de qursî ewakî belavbûne:
PDK 39, YNK 23, Niwey Nwey 15, Yekgirtu 7, Komel 3, Helwest 4, Bêrîya Gel 2, Hevpeymanîya Kurdistan 1 û Goran 1
Di hilbijartinê de li giştîyê Herêma Kurdistanê; PDK 812 hezr û 794 ray, YNK, 409 hezar û 548 ray, Niwey Nwey 292 hezar û 32 ray, Yekgirtu 117 hezar û 444, Komel 64 hezar û 874, Helwest 56 hezar û 8 ray, Bêrîya Gel 33 hezar û 466, Hevpeymanîya Kurdistan 13 hezar û 254 û Goran jî 11 hezar û 641 rayan standine.
SILÊMANÎ
YNK 15 parlamenter
Niwey Nwey 8
PDK 3
Yekgirtu 3
Komel 2
Helwest 2
Bêrîya Gel 2
Tirkmen 1
Xristîyan 1
Hevpeymanîya Kurdistan 1
HEWLÊR
PDK 17
YNK 6
Niwey Nwey 5
Yekgirtu 1
Komel 1
Bêrîya Gel 1
Helwest 1
Xristîyan 1
Tirkmen 1
DIHOK
PDK 18
Niwey Nwey 2
Yekgirtu 2
YNK 1
Helwest 1
Xristîyan 1
HELEBÇE
YNK 1
PDK 1
Yekgirtu 1 (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr, li Meclîsê daxuyanîyekî çapemenîyê da, derheqê rojeva hindir û derve de nirxandinan kir.
Berdevkê HUDA PARê û Wekîlê Êlihê Serkan Ramanli, li Meclîsê civîna çapemenîyê li dar xist, di derbarê rojeva hundir û derve de nirxandinên girîng kir.
Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê dayîka ku kurê xwe ji mektebê stand û dixwest ku di rê de derbasî alîyê dinê bibe, ji ber ku qamyona çopê li wan xist dê canê xwe ji dest da, kurê wê jî birîndar bû.