Nûnerên Weqfan, banga tevlêbûna bernameya Mewlida Nebî ya ku wê ji aliyê Weqfa Evîndarên Pêxember ve roja Yekşemê li Diyarbekirê bê lidarxistin, kirin.
28ê Nîsanê roja Yekşemê di seet 13.30an de wê li Qada Mîtînga Parka Newroz a Diyarbekirê bi temaya “Rêberê Cîhadê Hz Muhammed” bernameya Mewlida Nebî bê lidarxistin.
Weqfa Perwerdehiya Îdeal (IDEV) û Weqfa Êtîman ên ku li Diyarbekirê li qadên cuda xebatên xizmetguzariyê dimeşînin, ji bo mîtîngê banga piştgiriyê kirin û bang li hemû gel kirin.
Muhemmed Şakîrê Serokê Weqfa Perwerdehiya Îdeal (IDEV) got ku, “Weqfa Evîndarên Pêxember ev demeke dirêj e ku bernameyên berê bi navê 'Wîladeta Pîroz' û piştre jî bi navê 'Mewlûd' li dar dixist û dewam dike. Hefteya borî li cihên wek Êlih û Wanê bernameya mewlûdê hat lidarxistin û vê hefteyê jî li Qada Mîtînga Parka Newroz a Diyarbekirê bernameya mewlûdê wê be kirin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku werin ji 7 salî heta 70ê salî em giştik beşdarî bernameya ‘Mewlida Nebî’ bibin û li wir beşdarî selewat û duyan bibin. Weke Weqfa Perwerdehiya Îdeal em hemû endam û dildarên xwe vedixwînin vê çalakiyê.”
“Tiştê ku wê ummeta Muhemmed eleyhîsselam vejîne û wî serkeftî bike cîhad e”
Cahît Unsalê Koordînatorê Weqfa Êtîman jî got ku: “Cejna 'Mewlida Nebî ya ku her sal di meha Nîsanê de ji aliyê Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê pîrozkirin, gelê me yê evîndarê Pêxember bi kelecanek mezin li benda pîrozbahiyê ye û bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Bi taybetî ji ber Xezzeya ku derd û birîna ummetê ye di rojevê de ye îsal ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve temaya 'Rêberê Cîhadê Hz Muhammed' hat hilbijartin. Lewra tiştê ku wê ummeta Muhemmed eleyhîsselam vejîne û wî serkeftî bike cîhad e.”
Unsal gotinên xwe wisa domand:
“Ji ber vê yekê jî dagirtina qadan û tirsandina kafiran bi qasî pîrozkirina bûyera 'Mewlida Nebî' girîng e. Bi vê minasebetê lazim e bê nîşan dan ku ummeta Muhammed li ser piyan û zindî ne. Bi hemû endam û dilxwazên me em Weke Weqfa Êtîman gelê Diyarbekirê yên evîndarên Pêxember û sehabeyên wî dawetî çalakiya 'Mevlida Nebî' ya ku wê 28ê Nîsanê roja Yekşemê seet 13.30an li Qada Mîtîngê ya Parka Newrozê bê lidarxistin dikin. Em ji Xweda lava dikin ku ev bûyer bibe sedema yekîtiya ummeta Îslamê û serketina Filistîn û Xezzeyê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Fexrî yê Weqfa Evîndarên Pêxember Mehmet Goktaş Xoce di axaftina xwe ya li Mewlîda Nebî ya li Stenbolê de wiha got: "Rehmet bi şûr re ye. Li ku derê şûr tune be remet tune ye. Eger em ji cîhadê birevin wê Xweda hin kesên din ji dewsa me re bişîne!”
Malbatên Olsun û Îrtem ên ku daweta xwe li Êlihê kirin, li hemberî qetlîam û qirkirina Xezzeyê nekaribûn bêdeng bimînin û biryar dan ku mesrefa xwarina dawetê bidin Xezzeyê û merasima daweta xwe li dar xistin.
Weqfa Evîndarên Pêxember di bernameya Mewlida Nebî ya ku li Stenbolê hat lidarxistin de peyameke ku ji 9 maddeyan pêk tê parve kir.
Li Stenbolê temamê hazirîyên ji bo bernameya “Mewlida Nebî” ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Cîhadê” wê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin, hatin temamkirin û bername bo coş û şahîyeke mezin dest pê kir.