Ji bo hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê serlêdana namzedan hat dirêjkirin
![Ji bo hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê serlêdana namzedan hat dirêjkirin Ji bo hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê serlêdana namzedan hat dirêjkirin](/img/NewsGallery/2024/6/27/401526/FeaturedImage/74bd6845-169b-4c56-b579-425be9c5aca5.webp)
Serokê Ofîsa Hewlêrê ya Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serxwebûna Iraqê Merîwan Muhammed, daxuyand ku ji bo hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê pêvajoya serlêdana namzed û partîyên sîyasî hatîye dirêjkirin.
Merîwan Muhammed weha got, “Dîroka dawîn a namzedên ferdî û sazbûna koalîsyonê û serlêdanên fermî yên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê îro bû encax dîroka dawîn heta 4ê Tîrmehê hatîye dirêjkirin.”
Muhammed weha berdewam kir, “Di merhaleya ewil de 10 partîyên sîyasî lîsteyan pêşkêş kirin û bi qurayê lîsteyên xwe standin, di merhaleya duyemîn de jî partîyên sîyasî qeydên xwe kiribûn û bi tevî vana hejmarê partîyên sîyasî yên ku qeydkirîne gihaşt 12an.” Muhammed destnîşan kir ku 2 koalîsyon, 14 namzedên Tirkmen, 7 namzedên Xristîyan û 14 namzedên giştî hene û bi tevî vana jî di merhaleya ewil de 18 namzed serlêdanê kiribûn.
Merîwan Muhammed weha berdewam kir, “Partî û namzedên ku hatibûn nimerekirin ew ê dîsa wisa bimînin û neyên guhertin. Nimereya partî û namzedên merhaleya duyemîn, ew ê piştî belavkirina reqeman bêne diyarkirin.”
Berdevkê Serokatîya Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab, daxuyandibû ku ew ê hilbijartinên parlamentoyê di 20ê Cotmeha sala 2024an de bê kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Iraqê Miqdad Mîrî ragihand ku kesên şewat li bazarên Kerkûk, Duhok û Hewlêrê derxistine PKKyî ne.
Ji bo 10 Kurdên Misliman ên ku ji teref PKKyiyan ve li mizgeftê hatin qetilkirin bernameya bîranînê hat lidarxistin.
Ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojî ve derbarê mijarê de daxuyanîyek hat belavkirin.
Şehîdên Xirabê Ripin ên ku berî vê 32 salan ji teref PKKê ve hatin şehîdkirin di salvegera 32yemîn a şehadeta xwe de ji teref hezkirîyên xwe ve hatin bîranîn.