Ji Evîndarên Pêxember peyama Eyda Remezanê

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bi minasebeta Eyda Remezanê peyamek hat belavkirin, di peyamê de li ser qirkirina Xezzeyê bal hat kişandin û hat îfadekirin ku qetlîam, birçîbûnî, îşxal û krîza însanîyetê ya li Xezze û Yemenê bênavber berdewam dike.
Endamê Sazîya Bireveberîya Weqfa Evîndarên Pêxember Omer Çelîk, li ser navê weqfê peyamê xwend û weha îfade kir, “Em daxwaz dikin ku ev Eyda Remezanê ji ummetê re xêr û bereketan bîne, bajar û welatên Îslamê ji bin îşxalê xelas bike, qetlîaman dawî bike û şiûrtîya ummetê di demeke kurt de di nav Misilmanan de tesîs bike.”
“Rojên Eydê, rojên ji nû ve lêkirina rihê yekîtî û bihevrebûnîyê ne”
Çelîk, di peyamê de destnîşan kir ku Eyd, hatina cem hev a bi şiûra tewhîdî ye, eyd rojên ji nû ve lêkirina rihê yekîtî û bihevrebûnîyê ne, “Em ji Eydekî Remezanê re dîsa gihaştin. Em di dawîya rojîyên xwe, nimêjên xwe, xwendinên xwe yên Quranê û bi îbadetên xwe dighêjin Eyda xwe, lê em dîsa xemgîn in. Ji ber ku em ji vê demsala menewî vediqetin li ber dikevin. Encax ji ber ku me rojîyên xwe girtîye, terawîhên xwe kirîye û îbadetên xwe bicîhanîtîye jî gelek kêfxweş in û di nav hizûrê de ne. Rojên eydê hatina cem hev a bi şiûra tewhîdî ye, eyd rojên ji nû ve lêkirina rihê yekîtî û bihevrebûnîyê ne.”
Çelîk îfade kir ku di van rojên Eydê de tiştên ku ne li gorî vê demsala menewî ne bê kirin bi Misilmanan nakeve. Divê di van rojan de mezinên malê, xizm, heval û cîran bêne zîyaretkirin. Divê mirov ji wan helalîyê bixwaze û ev şiûr jî ji neslên pêş re bêne dayîn.
“Li Xezzeyê her roj qetlîamekî nû tê kirin”
Çelîk, bibîrxist ku li gelek welatên Îslamê wek Xezze û Yemenê qetlîam û krîzên însanî berdewam dikin, di peyamê de daxwaz kir ku bila van eydan bibe dawîya van qetlîam û îşxalan:
“Di serî de li Xezze û Yemenê li gelek welatên Îslamê qetlîam, birçîbûnî, îşxal û krîzên însanî bi wehşîyane berdewam dikin. Qatilên sîyonîst, li Xezzeyê her roj qetlîamên nû pêk tînin. Ji mezlûman re êş, jan û rondik tê rewadîtin. Em xemgînîya xûşk û birayên xwe parve dikin û mehcubîyeta ku em zêdetir ji wan re nikarin bibin alîkarî dijîn. Em micadeleya wan a birûmet û qehremanî silav dikin, şehadeta wan pîroz dikin, û daxwaz dikin ku ew şiûra wan a cîhadê li temamê alema Îslamê belav bibe. Ji Xwedayê dilovan daxwaz dikin ku bila ev Eyd bibe dawîya qetlîam û îşxalan, wan rondikên ku têne barandin ji ronidkên kêfê re vegerîne.”
Omer Çelîk herî dawîn weha got, “Em wek Weqfa Evîndarên Pêxember Eyda Remezanê ya hemû gelên xwe pîroz dikin. Dixwazin ku van rojan ji ummetê re xêr û bereketan bîne, bibe dawîya îşxal û qetlîamên li ser alema Îslamê. Û bibe wesîleya belavbûna şiûra ummetê di nav Misilmanan de.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêberê Cemaata Hîzbulllah Muhterem Edîp Gumuş, bi minasebeta Eyda Remezanê peyamek belav kir, di peyamê de weha got, “Rebbê min bila fikirandina li ser oxira muqedesat, xebata bihevre, cîhada bihevre û qezenckirina zeferên bi hev re bike nisîbê me.”
Weşanxaneyekî li Dîyarbekirê, li ser bardaxên ku difirotin derheqê zewacê de nivîsên wek; “Mirin û koletî” nivîsand, ev rewş li ser medyaya civakî bû sedema berteka civakê Kurd.
Weqfa Êtîman bi minasebeta Cejna Remezanê peyamek parve kir û diyar kir ku li tevahiya alema Îslamê şahiya eydê derbas dibe, ji ber qetlîam û qirkirina li Xezzeyê dewam dike ev şahî ji xemgîniyê ye veguherî ye.
Serokatîya Karên Dîyanetê, bajêr bi bajêr seatên nimêja Eydê daxuyand. Wê li her bajarî seat ne wek hev bin.