Ji Weqfa Êtîman Peyama Cejna Remezanê

Weqfa Êtîman bi minasebeta Cejna Remezanê peyamek parve kir û diyar kir ku li tevahiya alema Îslamê şahiya eydê derbas dibe, ji ber qetlîam û qirkirina li Xezzeyê dewam dike ev şahî ji xemgîniyê ye veguherî ye.
Weqfa Êtîman bi minasebeta Cejna Remezanê peyamek parve kir. Di peyamê de bal hat kişandin ser girîngiya meha Remezanê û hat gotin ku ji bilî şahiya gihîştina Cejna Remezanê, têkoşîna jiyanê ya li hemberî zilm û qetlîama ku rejîma îşxalker li Xezzeyê pêk tîne, wek şahiyeke tal hat nirxandin.
Peyama Cejna Qurbanê ji teref Koordînatorê Giştî yê Weqfa Êtîman Cemîl Cahît Ûnsal ve hat xwendin.
Ûnsal diyar kir ku divê hişmendiya ku em li hember Misilmanên Xezzeyê bi rêk û pêk peywira xwe bi cih bînin winda nebe û destnîşan kir ku divê destkeftiyên menewî yên di meha Remezanê de hatine bidestxistin bên parastin.
"Werin em li hember xûşk û birayên xwe yên Misilman wezîfeya xwe bi cih bînin"
Ûnsal destnîşan kir ku dema Misliman ji aliyekê ve bextewariyê dibînin, ji aliyê din ve jî zilm, neheqî, jiyana di bin esaretê û têkoşîna bawermendan de bi taybetî li Xezze û Filistînê dibe sedem ku ew vê yekê wekî şahiyeke tal binirxînin û wiha dawî li axaftina xwe anî.
"Em di bin şahî û xemgîniya xwîna misilmanan a ku li her derê hatiye rijandin de ketine Cejna Remezanê. Tevî wan kesên ku rojên me yên şahiyê veguherandin xemgîniyê, em ji Xwedayê xwe yê mezin hêvî dikin ku ev Cejna Remezanê ya bi bereket bibe wesîleya rizgarî û yekîtiya alema Îslamê û em bi awayekî rast û azad pêşwazî bikin û pîroz bikin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêberê Cemaata Hîzbulllah Muhterem Edîp Gumuş, bi minasebeta Eyda Remezanê peyamek belav kir, di peyamê de weha got, “Rebbê min bila fikirandina li ser oxira muqedesat, xebata bihevre, cîhada bihevre û qezenckirina zeferên bi hev re bike nisîbê me.”
Weşanxaneyekî li Dîyarbekirê, li ser bardaxên ku difirotin derheqê zewacê de nivîsên wek; “Mirin û koletî” nivîsand, ev rewş li ser medyaya civakî bû sedema berteka civakê Kurd.
Serokatîya Karên Dîyanetê, bajêr bi bajêr seatên nimêja Eydê daxuyand. Wê li her bajarî seat ne wek hev bin.