Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê rapora fealiyetên xwe yên Meha Remezanê eşkere kir.
Li ser navê weqfê Alikarê Serokê Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê Abdurrahîm Karadenîz rapor xwend.
Karadenîz got ku, “Bi taybetî em dixwazin bidin zanîn ku em rewşa birayên xwe yên Xezzeyê yên ku zêdeyî 6 meh in di bin êrîşên tund ên rejîma dagirker de ne, bi rêya çapemenî û medyaya civakî dibînin. Ne mimkûn e ku meriv bandorê li wêneyên wehşetê nebîne. Hêviya me ew e ku ev bûyer di deme kin de bi dawî bibe. Ji xeynî alîkariyên ku em ji ber bûyerên Xezzeyê pêşkêşî wan dikin, em hewl didin hin pirsgirêkên malbatên hewcedar ên ku di nav sînorên parêzgeha me de serî li me didin, di çarçoveya derfetên xwe de sivik bikin."
Karadenîz da zanîn ku di Meha Remezanê nava welat de bi qasî 3 milyon û 125 hezar û 600 TL alîkarîya xurek, qirtasîye û yên dinê li gelek malbatan hatiye belavkirin.
Karadenîz da zanîn ku wan bi nirxê 533 hezar û 770 TL alîkarîya xwarina fitarê li xuşk û birayên xwe yên Filistînê belav kirine.
Li gorî raporê di Meha Remezanê de bi giştî 3 milyon 659 hezar 370 TL hat belavkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê û Wekîlê Entabê Şahzade Demîrê ku di TBMMyê de bi minasebeta Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê endamên çapemeniyê ziyaret kir "3ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê" li rojnamegeran pîroz kir.
Îro piştî nimêja înê li bajarê Rihayê ji bo Hasan Saklanê welatiyê Tirkiyê ku li Qudsê ji aliyê rejîma îşxalker a siyonîst ve hatibû şehîd kirin, daxuyaniyeke çapemeniyê hat belavkirin.
Alî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir, ragihand ku 29 şikdarên ku bi kevir û daran li Qada Saraçhaneyê ji bo çûyîna Qada Taqsîmê êrîşî polîsan kiribûn hatin girtin.
32 endamên PKKyê ku li herêmên operasyona Pençe-Kîlît, Xwakurk, Gare û Heftanîn hatibûn tespîtkirin hatin kuştin.