Konvoya Filistînî, ku hikûmeta Iraqê destûr nedabû ku biçe, paşve vegeriya
Konvoya Filistînî ya ku di 25ê Tîrmehê de ji Bosna û Hersekê dest bi rêwîtiyê kir, di 11ê Tebaxê de ji deriyê gumrikê yê Xabûrê derbas bû û li deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîl hate rawestandin. Karwana ku ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve destûr nehat dayîn ku bikeve wê, îro çalakiyên xwe yên li herêma tamponê bi dawî kir û vegeriya Tirkîyeyê.
Konvoya Navneteweyî ya Filistînê ku ji Srebrenîtsaya Bosna û Hersekê ji bo piştgiriya Filistînê bi rê ket û çalakvanên ji 20 welatan tê de bûn, 7 rojan li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl li Herêma Kurdistanê hate sekinandin.
Piştî pêşketinên dawî, konvoyê biryar da ku çalakiyên xwe bi dawî bike.
Konvoyê ku ji Deriyê Sînor ê Xabûrê dikeve welat ji aliyê endamên Platforma Şehr-i Nuh ve hat pêşwazîkirin. Çalakvan û dilxwazên Xezzeyê yên li ber deriyê sînor kom bûn hevdu hembêz kirin û xatir ji hev xwestin.
Dr. Huseyîn Durmaz, berdevkê Konvoya Filistînê, di daxuyaniyekê de li ser navê konvoyê diyar kir ku wan çalakiyên xwe yên li herêma tamponê ji bo vê merhaleyê bi dawî kirine. Durmaz tekez kir ku ev biryar bi tu awayî nayê wateya vekişîn an jî terikandina têkoşînê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Kanîya Xezalan a Rihayê wesayîta ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir teqle avêt, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Li navçeya Sînpaş a Efyonê otobûsa rêwîyan ji bin kontrola şofêr derket û qulipî, di encama qezayê de 22 kes birîndar bûn.
Midûrtîya Gumrukê ya Îzmîrê, ji Coca Cola Vexwarin a ku ji sîyonîstan re piştrigîyê dide re 705,8 milyon Lîre tehekkuk û 2,12 milyar Lîre cezaya îdarî lê birî.
Li navçeya Licê ya Dîyarbekirê wesayîtek ji ber ku ajotinek talûke bi karanît li tirekî qelibî û qeza kir. Di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, şofêrê tirê jî birîndar bû.