Li Afyonê otobûs û qamyonetek li hev qelibîn: Mirîyel, 15 birîndar
Li Afyonê otobûsek ji paş ve li qamyonetekê xist, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 15 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li nêzê bajaroka Akoren a ku girêdayê navçeya Sînanpaşa ya ser rêya Afyon-Enqereyê ye qewimî.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûsa rêwîyan a bi plaqeya 43 KP 338 ya ku di bin îdareya Z.Y. de bû, ji paş ve li qamyoneta bi plaqeya 06 BFV 460 ya ku di bin îdareya H.S. de bû xist. Bi tesîra lihevketinê qamyonet pekîya û li barîyeran xist.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, polês, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin. Û hat îfadekirin ku şofêrê qamyonetê H.S. li cîhê bûyerê canê xwe ji dest daye.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê di navbera du kesan de nîqaş derket, nîqaşa ku derket di demeke kurt de bi derxisitna kêran ji şerê bi kêr re vegerîya, di encamê de kesekî bi giranî birîndar bû.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku hikûmeta herêmê piştgirî dide hewldanên hikûmeta Îraqê yên ji bo ku çek tenê di destê hêzên fermî de bin. Barzanî her wiha got ku herêma Kurdistanê naxwaze bibe aliyek ji ti şerekî li herêmê.
Endamê Meclisa Giştî ya HUDA PARê Faruk Dînç di axaftina xwe ya li Meclisê de diyar kir ku pêdivî ye pirsên raya giştî yên derbarê operasyona li navçeya Haymana ya Enqerê de ku Muhammed Kavî û jina wî tê de canê xwe ji dest dan, werin zelalkirin.