Li Amasyayê motor qeza kir: 1 mirî, 1 birîndar
Li navçeya Gumuşhacikoya Amasyayê qezayeke trafîkê qewimî, di encama qezayê de şofêrê motorê ya ku 17 salî bû li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Tedawîya rêwîyeke dinê ku di qezayê de birîndar bûbû jî berdewam dike.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin motora ku di bin îdareya H.T. de bû ji Gumuşhacikoyê ber bi Samsûnê ve diçû, ji paşve jî li romorqekî xist û qeza çêbû.
Bi tesîra qezayê şofêrê motorê H.T. û E.E.T.yê ku li pişt wî bû giran birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî hatin sewqkirin û mirovên birîndar bi ambûlansan bi lez û bez ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Hat îfadekirin ku şofêrê motorê H.T. li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.
Cenazeya şofêrê ciwan ji bona ku were otopsîkirin ji Serokatîya Koma Semsûn a Sazîya Tip a Edlî re hat rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Civîna Kabîneyê, ku bi serokatiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan tê lidarxistin, ew ê sibê li Beştepeyê, piştî Lûtkeya Rêberên NATOyê cara yekem bicive. Tê texmînkirin ku mijarên sereke yên nîqaşê sîyaseta derve, ewlehî û aborî bin.
Li navçeya Umraniye ya Stenbolê, di qezaya trafîkê ya ku di navbera qamyoneke kolandinê û wesayîtekê de pêk hat de, yek ji wan bi giranî 4 kes birîndar bûn.
Ekîbên Cendirmeyên Parêzgeha Wanê di operasyonekê de di nav qamyonekê de 333 kîlo maddeyên hişber hat bidestxistin. Du bazirganên maddeyên hişber hatin girtin.