Li Aydinê ji ber pêlên avê çar kes xeniqîn
Bayên bihêz û pêlên bilind ên deryayê ku bandor li navçeya Kuşadasiyê ya Aydinê kir, di nav rojê de gelek bûyerên xeniqînê çêbûn. Çar kes ji ber ku ji aliyê pêlên avê ve li deverên cuda hatin xwarê canê xwe ji dest dan.
Li perava Sevgî, ku yek ji wan deverên herî zêde ji bûyeran bandor bûye, di demek kurt de li pey hev rêze bûyerên xeniqînê çêbûn. Piştî xeberdayînê, ekîbên tenduristiyê, parastina peravê û polêsan şandin herêmê. Bi saya hewldanên hevrêz ên ekîbên, gelek kes bi ewlehî gihîştin peravê.
Mamosteyê 54 salî Îlkay Umît Ozcan ku ji Stenbolê ji bo betlaneyê hatibû Kuşadasiyê, piştî ku ji deryayê hate derxistin li nexweşxaneyê mir. Di bûyerek din de, Dursun Marmara yê 79 salî bi alîkariya welatiyan ji avê hate derxistin. Tevî mudaxeleya destpêkê ya tenduristî û veguhestina paşê bo nexweşxaneyê jî, Marmara nehat rizgarkirin.
Ji ber bûyerên xeniqînê yên ku doh li peravên cuda yên navçeyê qewimîn, hejmara miriyan gihîşt 4an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, derbarê ronîkirina Pira Fatih Sultan Mehmet bi rengên ala Emrîkayê de got, "Bi hêzên gerdûnî yên ku bi torên qirêj ên wekî Epstein ve girêdayî ne re dostaniyek çênabe. Divê ev şaşî tavilê were rawestandin."
Ji A.R.Y.yê 36 ku ji bo masîyan bigre çûbû Çemê Êlihê û winda bûbû xeberek nexwaş hat. Di encama xebatên ku ev bû sê roj in berdewam dike de canê wî yê bêrih hat dîtin.
Li navçeya Darende ya Meletîyê wesayîtek li darê xist, di encama qezayê de ji heman malbatê 2 kesan canê xwe ji dest dan, 3 jê giran 4 kes jî birîndar bûn.