Li Bendava Goksu cesedekî mêr hat dîtin
Li navçeya Çinarê ya Dîyarbekirê di Bendava Goksuyê de cesedê mêrekî hat dîtin.
Li Bendava Goksuyê, ku bi qasî 3 km dûrî navenda navçeya Çinarê ye, cesedê mêrekî hat dîtin.
Li gorî agahiyan, personelên ku li Bendava Goksu dixebitin, ferq kirine ku kesek li ser avê bêliv dirêj bûye.
Piştî ku navenda banga acîl a 112 hat xeberdarkirin, ekîbên tenduristiyê, ewlehî û noqaviyê bo herêmê hatin şandin.
Piştî hewldanên ekîbên noqavaniyê, cenazeyê bêcan ê mêrekî ji avê hate derxistin.
Piştî lêkolînê, cenaze ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî da ku sedema rastîn a mirinê were destnîşankirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Kanîya Xezalan a Rihayê wesayîta ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir teqle avêt, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Li navçeya Sînpaş a Efyonê otobûsa rêwîyan ji bin kontrola şofêr derket û qulipî, di encama qezayê de 22 kes birîndar bûn.
Midûrtîya Gumrukê ya Îzmîrê, ji Coca Cola Vexwarin a ku ji sîyonîstan re piştrigîyê dide re 705,8 milyon Lîre tehekkuk û 2,12 milyar Lîre cezaya îdarî lê birî.
Li navçeya Licê ya Dîyarbekirê wesayîtek ji ber ku ajotinek talûke bi karanît li tirekî qelibî û qeza kir. Di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, şofêrê tirê jî birîndar bû.