Li Diyarbekirê bi mijara “Ji Kerbelayê heta Xezzeyê” bernameya aşûrayê bê kirin
![Li Diyarbekirê bi mijara “Ji Kerbelayê heta Xezzeyê” bernameya aşûrayê bê kirin Li Diyarbekirê bi mijara “Ji Kerbelayê heta Xezzeyê” bernameya aşûrayê bê kirin](/img/NewsGallery/2024/7/16/405057/FeaturedImage/cfed9276-011b-4118-84dc-578e2c896fcd.webp)
Bi minasebeta salvegera bûyera Kerbelayê û roja Aşûrayê ji teref Platforma Kerwana Şehîdan û Cemiyeta Mustezefan ve eê îro li Diyarbekirê li Parka Şehîdên 15ê Tîrmehê bernameya Aşûreyê ya bi sernavê "Ji Kerbelayê heta Xezzeyê" bê tertîpkirin.
Roja Aşûrayê ku bûyerên girîng ên dîroka Îslamê di nav xwe de dihewîne, bi taybetî jî şehadeta Hz. Huseynê neviyê Pêxemberê me Muhemmed e (Silava Xudê lê bin) li Kerbelayê, her sal bi bername û çalakiyên cuda tê bibîranîn.
Cemiyeta Mustezafan û Platforma Kerwana Şehîdan bi minasebeta jenosîda ku ev zêdeyî 9 meh in li Xezzeyê tê kirin û berxwedana pîroz a li hemberî vê yekê temaya bernameya Aşûrayê ya ku wê îsal li dar bixin "Ji Kerbela heta Xezeyê diyar kirin."
16ê Tîrmehê roja sêşemê (îro) saet di 21.00 de wê li Parka Şehîdên 15ê Tîrmehê ya Amedê çalakiya bi mijara "Ji Kerbelayê heta Xezzeyê" bê lidarxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
3yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê cezayê muebbetê yê giran li Erkan Baykut ê ku Ramazan Pişkin ê li ser medyaya civakî bi navê 'Xoceyê Remezan ê Diyarbekirî' dihat naskirin qetil kir, birî.
Hûrguliyên rêziknameya der barê teqawîtan de ku bi milyonan teqawît bi kelecan li benda wê ne, hatin eşkerekirin. Wê mûçeya herî kêm 12 hezar û 500 TL be.
Xerca çûyîna derveyê welat ya ku bû sedema nîqaşên gel, hat ragihandin. Xerca çûyîna derveyê welat ya ku bû 150 TL bû 500 TL.