Li Entabê 400 hezar hebên captagonê hatin bidestxistin
Li Entabê di operasyoneke hevbeş a li dijî bazirganiya narkotîkê ya navneteweyî de gelek maddeyên hişber hatin desteserkirin.
Di operasyoneke hevbeş a Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) û Daîreya Polêsan a Bajara Entabê de li dijî bazirganiya narkotîkê ya navneteweyî, 400 hezar hebên captagonê yên ku di nav alavên metbexê yên pîşesaziyê de veşartî bûn û ji bo şandina ji Entabê bo derveyî welat dihatin bikaranîn, hatin desteserkirin.
Di dema lêkolînê de, 400.000 hebên captagonê yên ku di nav wesayîtan de veşartî bûn, hatin desteserkirin.
Di çarçoveya operasyonê de, du welatiyên biyanî yên ku şibhe tê kirin têkiliya wan bi bûyerê re heye, hatin binçavkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Kanîya Xezalan a Rihayê wesayîta ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir teqle avêt, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Li navçeya Sînpaş a Efyonê otobûsa rêwîyan ji bin kontrola şofêr derket û qulipî, di encama qezayê de 22 kes birîndar bûn.
Midûrtîya Gumrukê ya Îzmîrê, ji Coca Cola Vexwarin a ku ji sîyonîstan re piştrigîyê dide re 705,8 milyon Lîre tehekkuk û 2,12 milyar Lîre cezaya îdarî lê birî.
Li navçeya Licê ya Dîyarbekirê wesayîtek ji ber ku ajotinek talûke bi karanît li tirekî qelibî û qeza kir. Di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, şofêrê tirê jî birîndar bû.