Li Serîka navçeya Entelyayê di encama qulipîna serwîsa karkerên otelekê de 19 kes birîndar bûn.
Qeza, di demên sibehê li ser rêbeja D-400ê de pêk hat.
Li gor agayiyê hat bidestxistin, mîdîbusa serwîsê ya ku di bin kontrola A.K.yê de bû û karkerên otelekî vediguhast, ji ber ku şifêrê mîdîbûsê, li otomobîla ku di carekê de derket ber wî nexe dîreksîyon zîvirand û mîdîbûs di rîya şil de şemitî. Di encama şemitînê de mîdîbus pêşî derket ser refujê, dû re jî li sênceyê ket û qulipî.
Di encama qezayê de 19 kes birîndar bûn. Li ser xeberdayînê gelek ekîbên tendirustî, îtfaiye û polîs hatin cihê bûyerê. Birîndar bi ambûlansan hatin birin Nexweşxaneya Dewletê ya Serîkê.
Di heqê qezayê de lêpirsîn hat detspêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Aksarayê otobûsa rêwîyan gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 34 kesan jî birîndar bûn.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel di Navenda Giştî yê AK Partîyê de qebûl kir û bi wî re hevdîtinê kir.
Li navçeya Sîvrîceya Xarpêtê di mezinahîya 4an de û li navçeya Samandagiya Hetayê jî di mezinahîya 3,8an de du erdhej pêk hatin.
Li Başakşehîra Stenbolê di sîteya senayîyê de teqînek pêk hat û piştî teqînê şewat derket. Di bûyerê de kesek birîndar bû.