Li Erziromê du wesayît li hev qelibîn: 1 mirî, 6 birîndar
Li navenda Erziromê di wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de mirovek canê xwe ji dest da, 6 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li çarrêya ku Kolana Sîteyên 1emîn û Ceddeya Rêya Tortûmê dighêje hev pêk hat.
Li gorî îddîayan du wesayîtên ku nasnameyên wan û plaqeyên wan nehatin hînbûn li hev qelibîn. Di encama qezayê de 7 kes birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxwaneyan.
Hat hînbûn ku ji birîndaran yek li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Kabîne îro li Beştepeyê dicive, hat îfadekirin ku ew ê rojeva Kabîneyê pêvajoya "Tirkiyeya Bê Teror", Budçeya 2026an, aborî, sîyaseta derve û mijara Sûriye-HSD/PKKê jî bin.
Serokê PDKê Mesûd Barzanî ji bo beşdarî 4emîn Sempozyûma Melayê Cizîrî ya Navneteweyî ya li Şirnexê tê lidarxistin bibe hat Tirkiyeyê.
Di lêpirsîna mirina hevjîna Berna û Mehmet Kaya û keça wan a 5 salî Samyeli de, ku li mala xwe ya li navçeya Qosera Mêrdînê bi guleyek li serê xwe mirî hatibûn dîtin, cîranê wan M.C., di îfadeya xwe de diyar kir ku di dema bûyerê de ew li malê bû.