Li Mêrdînê mînîbusek ku xwendekaran hildigirt qelibî: 13 birîndar
Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê, mînîbusek ku xwendekarên klubeke basketbolê ya taybet tê de bûn, qelibî û di encamê de 13 xwendekar birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya Artuklu-Nisêbîn a li nêzî taxa Çayirpinarê qewimî.
Li gorî agahiyan, mînîbuseke bi plakaya 47 AET 130 ku xwendekarên klubeke basketbolê ya taybet a li Nisêbînê dixebitî, ji ber sedemên ku hêj nayên zanîn kontrola xwe winda kiriye û wergeriyaye.
Piştî xeberdayînê, gelek ekîbên tenduristiyê, cenderme, polês û îtfaîyeyê bo herêmê hatin şandin.
ZHT (15), SD (14), SA (18), AA (12), H.Ç. (12), LV (12), MD (11), Z.Î. (11), RA (12), RH (10), NO (12), AA (12) û SA (12) ku di qezayê de birîndar bûn, piştî mudaxeleya ewil a ekîbên tendurisît, ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Hat hînbûn ku rewşa jiyana xwendekaran ne di talûkeyê de ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bazarên taxên Dîyarbekirê, bi destpêkirina amadekariyên zivistanê re daxwaza firingîyan zêde dibe û firoşkar dibêjin ku dibe ku di rojên pêş de fîyetên firingîyan ên ku di şûşeyan de têne bikar anîn bêtir zêde bibin.
Karwana Hêvîyê ya Êlihê berîya destpêkirina sala nû ya xwendinê, ji bo zarokên malbatên feqîr amûrên qirtasîyeyê peyda kirin. Rêxistin, ji bo ku bigihîje bêtir malbatan, ji xêrxwazan piştgiriyê dixwaze.
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku di operasyonên tiryakê yên di 10 rojên dawî de li 71 bajaran hatine kirin de, 2 ton 367 kîlogram û 634 gram narkotîk û 4 milyon û 34 hezar û 459 hebên narkotîkê hatine desteserkirin û ji 894 şikdarên ku hatine girtin 424 kes hatine girtin.