Li Meletîyê 2 wesayît li hev qelibîn: 3 birîndar
Li ser rêya Xarpêt-Meletîyê 2 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kesên ku di nav wesayîta qulipî de bûn birîndar bûn.
Qeza, li alîyê Rêjêra Battalgazîyê ya ser rêya Meletî-Xarpêtê qewimî.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 06 EAZ 116 û wesayîta bi plaqeya 44 AGB 162 li hev qelibîn. Bi tesîra qezayê wesayîta bi plaqeya 06 EAZ 116 qulipî û yek jê zarok 3 kesên ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ekîbên Rêveberiya Daristanan, îtfaîyeyê û cendermeyan li ser agirê çiqilê ku li deverek daristanî ya navçeya Dîcle ya Dîyarbekirê derketiye, dixebitin. Hewldanên ji bo kontrolkirina agir berdewam dikin.
AFADê diyar kir ku li Behra Egeyê di mezinahîya 4,3yan de erdhejek rûda.
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê dizî û şûştina pereyan de ku Şaredariya Bolu ya bi serkêşiya CHPê û şîrketên pê re girêdayî hedef digire, deh şikdar hatine binçavkirin.