Li Meletîyê motorsîklet û wesayît li hev qelibîn: 2 birîndar
Li navçeya Battalgazî ya Meletîyê, di qezaya trafîkê de, motorsîkletek û wesayîtek li hev qelibîn, di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Qeza, li dora saet 20:00an li Kolana Goztepe ya navçeya Battalgaziyê qewimî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, motorsîkleta bi plaqeya 06 EBU 616 ku ji hêla A.F. ve dihat ajotin û di tevgerê de bû, li wesayîta bi plaqeya 44 LS 925 ku ji hêla Ş.O. (52) ve dihat ajotin û ji kolanek din derdiket ser rêya sereke qelibî.
Di qezayê de şofêrê motorsîkletê A.F. û keça ajokar Z.O. (11) a ku di wesayîtê de bû birîndar bûn.
Piştî xeberdayîna mirovan, ji herêmê re ekîbên tenduristiyê û polêsan hatin sewqkirin.
Hat îfadekirin ku dûre mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewletê ya Battalgaziyê re hatin rakirin.
Derbarê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Karwana Hêvîyê ya Meletîyê ji bo bi dehan xwendekarên hewcedar amûrên kirtasîyeyê peyda kir.
Li Ceyhanê mînîbuseke rêwîyan li wesayîtekê qelibî, di encamê de şofêrê mînîbusê canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Şênîyên Akarsu û taxên derdorê yên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, diyar kirin ku 3 roj in ceryana wan qut bûye, ji bo girtina rêyan xwepêşandanek lidar xistin û Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî ji trafîkê re girtin.