Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê tankera ku mazot barkirîbû, li tira ku di heman alîyê de diçû qelibî. Di encama qezayê de 2 kesan birîndar bûn.
Qeza, li alîyê Taxa Odabaşîya ku ser rêya Îpekyolêya navneteweyî ya Nisêbînê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, tankêra mazot barkirî yê ku di bin îdareya Abîdîn D. de bû, ji paş ve li tira ku şofêrê wî û plaqeya wî nehat hînbûn qelibî.
Di encama qezayê de, şofêrê tankêrê Abîdin D. û şofêrê tirê birîndar bû.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.
Şofêrê tirê ku sivik birîndar bûbû bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Di encama qezayê de ekîbên îtfaîyeyê ji ber ku tankêra mazotê qelibîye û îxtîmala şewatê heye li herêmê tedbîr girtin.
Tir û tankêra ku bûbû wek xwelîyê, bi alîkarîya vînçê ji cîhê wê hat rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di bernameya ku beşdarî bû de got ku: "Dijberiya siyonîzmê dijberîya terorîzmê ye. Dijberîya li dijî siyonîzmê tê maneya dijberiya terorê, li dijî jenosîdê û li dijî siyonîzmê parastina mirovahiyê û nirxên mirovahiyê ye."
Li Diyarbekirê ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan ve bernameyeke bi navê “Mesûlîyeta Aliman di Tofana Eqsayê de” tê tertîpkirin.
Îro li Diyarbekirê ji bo wan feqîyên ku ilmên xwe qedandin ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan ve merasîmeke îcazetdayînê hat tertîpkirin.
Doh êvarî bi balafirên bê însan ên çekdar êrîş li Sehaya Xazê ya Kor Morê ya li Silêmanîyê hat kirin.