Li Osmanîyeyê du wesayît û teraktorekî li hev qelibîn, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya Osmanîya-Kadîrlîyê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin du wesayîtên ku nasnameya şofêrên wan nayê zanîn û teraktorekî li nêzê bajaroka Cevdetîyeyê li hev qelibîn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.
Di qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 3 kes birîndar bûn.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Kozan a Edeneyê midîbusa ku karkerên citrûsê tê de bûn, di dema ajotinê de ji ber sedemeke nediyar şewat derket.
Li Şingala Neynewayê di mezinahîya 3,5an de erhdejek pêk hat.
Li Artvînê ji ber barîna berfê rêya 7 gundan ji çûndin û hatinê re hatin girtin, xebatên vekirinê berdewam dikin.