Li Qonyayê, 28 xwendekarên jin îcazet girtin û mezûn bûn
Li Qonyayê, di merasîma mezûnbûnê ya ku ji hêla ÎTTÎHADUL ULEMA ve hate lidarxistin de, 28 xwendekarên jin ên ku medrese û xwendina erebî temam kirin, îcazetên xwe girtin û mezûn bûn.
Li Qonyayê ji bo xwendekarên keç ên ku perwerdehiya xwe ya medreseyê bi serkeftî qedandin merasîmek mezûnbûnê hat lidarxistin.
Di bernameyeke ku ji aliyê ÎTTÎHADUL ULEMA ve hatiye lidarxistin de, 28 xwendekarên keç ên ku perwerdehiya xwe temam kirine, mezûnbûna xwe pîroz kirin.
Bernameya ku bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir, malbatên xwendekaran û gelek mêvan beşdar bûn.
Mehmet Alî Altun, endamê Yekîtiya Alimanan (ÎTTÎHADUL ULEMA), ku di bernameyê de axivî, tekez kir ku ev merasîm divê ne dawî be, lê destpêka rêwîtiyek akademîk be.
Altun, diyar kir ku merasîmên mezûniyetê pir bi qîmet in û got, "Bi îzna Xwedê, rêya ku vê serdema me ya tarî ronî bike, ji van medreseyan derkeve holê."
Bername bi îlahî û stranên dînî berdewam kir.
Piştî nîşandana vîdyoya pêşkêşkirinê, ji xwendekarên ku ji bo girtina sertîfîkayên xwe mafdar bûn re plaket hatin dayîn û bername bi duayê bi dawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Komeleya Karwana Hêvîyê ya Entabê Mustafa Ozaslan, destnîşan kir ku ew êdî ji malbatên mihtac re kolîyên zexîreyê nadin, ji dêla kolîyê de market vekirine û malbatan çi lazimatîyên wan hene ew ê ji marketê temîn bikin.
Zêdetirî 100.000 kes ji ber şewatên daristanan ên li Fransa û Spanyayê hatine tehliyekirin. Ji ber germahiyên pir zêde û bayên bihêz ên ku agir gur dikin, her du welatan ji Yekîtiya Ewropayê alîkarî xwestine, di heman demê de Spanyayê ji ber şewateke daristanan cara yekem di dîroka xwe de rewşa awarte ya neteweyî ragihandiye.
AFADê ragihand ku li bajara Kelar a îdareya Germîyanê di mezinahîya 3,77an de erdhejeke çêbûye. Erdhej di kûrahiya 7 kîlometreyan de hatiye qeydkirin.